You Tubeyê dîmenên ku zarok hedef digirtin asteng kir

  • 13:07 11 Mijdar 2017
  • Zarok
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Videoyê ya You Tubeyê diyar kir ku ew ê videoyên ku zarokan hedef digirin wê li gor temen bi sînor bikin û li ser giliyan jî wê bên astengkirin.
 
Platforma Înernetê ya herî mezin You Tubeyê da xuyakirin ku ew ê vidoyên ku ne li gor temenê zarokan tev digerin dê li gor temen bi sînor bikin. Lê ji bo ku ev videona bên astengkirin gerek temaşevan naverokên ‘sexte’ gilî bikin. Li gor nûçeya BBC Tirkî platforma vîdeoyê ji ber videoyên ne li gor temenê zarokan in ji aliyê malbatan ve tê rexnekirin. Li ser vê yekê platforma videoyê hewl dide ku pêşiya van videoyên ne li gor temenê zarokan e bigire.
 
Bi rêya agahdarkirinê platformê  dê videoyan li gor temenê 18 salî bi sînor bike.