Di şer de herî zêde zarok diêşin

  • 09:03 28 Cotmeh 2017
  • Zarok
Sêvîn Musa
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Zarokeke ku di aloziya Sûriyeyê de êş nekişandibe tuneye. Bi taybetî jî zarokên ku di bin siya çeteyên DAÎŞ`ê de mecbûr mane ku bijîn. Li Reqaya ku 4 salan di bin siya zilm û îşkenceya DAÎŞ'ê de ma, herî zêde zarok  êşiyan . Di çavên wan zarokan de,bi hezaran çîrokên bi êş hene. Çîrokên ji siya tirs, êş, lêdan û xwînê hene. 
 
Çîrokên ji siya êş û eleman bi para Abdullahê 11 salî jî ket, mixabin. Wî bi wendakirina malbata xwe hestên tenêtiyê di temenê zarokatî de di dilê xwe de hês kir. Di bin siya hovîtiya DAÎŞ'ê de wî hezkirin û hêviyên li ber dilê xwe, malbata xwe wenda kir.  
 
Abdulah Ebûd 11 salî bû, delalê li ber dilê dayik û xwişka xwe bû. Bi eslê xwe ji bajarokê Qibêsînê yê girêdayî bajarê Babê bû. Abdulah bi malbata xwe re ya ku ji dayik, bav û 2 xwişk û birayekî pêk dihat dijiya . Ji ber şer û pevçûnên ku li Babê rûdan, neçar ma ku bi malbata xwe re berê xwe bide Reqayê. 
 
Di Kanûna sala 2014`an de çeteyên DAÎŞ`ê derbasî Reqayê bûn û Reqa weke paytexta xîlafeta xwe ragihandin. Dema ku DAÎŞ derbasî Reqayê bû, wê demê jiyana Abdullah û malbata wî veguherî dojehê. Ew bi rûyê DAÎŞ'ê yê hovane rû bi rû man. 
 
Dayika Abdullah tofana ku dê bê serê wan hês kiribû ku ji malbata xwe re daxwaza jiderketandina Reqayê kiribû û gotibû ku derfet hebe em hemû ji Reqayê derkevin ku ya me hemûyan tunebe jî em hinek derkevin ji bo ku em hemû bi hev re neyên kuştin. Ji ber ku wê demê DAÎŞ'ê bi topê hewanê avêtin set mala Abdullah, mixabin ev biryara dayika wî pêk nehat. Malbata Abdullah bi giştî li ber çavên wî ji jiyanê re çavên xwe girt. Cîranên Abdullah ew gihaştin nexweşxaneya QSD'ê û derman kirin. Dawiyê ew anîn Nexweşxaneya Kobanê. 
 
Abdullah di temenê xwe yê biçûk de, bi wendakirina malbata xwe êş û elemên ku heq nekiribû kişandibû. Dilê wî yê ku bi hesreta malbata wî diperpitî, xemgîn û westiyayî bû. Lê bi destpêkirina Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê yê di 17 Mijdara 2016`an de Reqa ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hat  rizgarkirin û vê rizgarkirinê hêviyên di dilê zarokên wekî Abdullah de ji nû ve şîn bû. Tovên azadî û aştiyê ji nû ve li ser xaka Reqayê û di dilên zarokan de reşiyan.