Xeyalên zarokên Kobanê û lîstikên wan

  • 09:11 10 Cotmeh 2017
  • Zarok
Gulan Botan 
 
KOBANÊ- Li kolanên Kobanê salvegera azadiyê tê pîrozkirin û dengên zarokan yên li kolanan bi lîstikên bê sînor dikevin ber objektîfên me.
 
Salvgegera azadkirina Kobanê û Mînbîcê li kolanan tê pîrozkirin.  Gelê ku ji çeteyên DAIŞ’ê xilas bûne jiyanê ji nûve rêxistin dikin.  Yên ku xeyal û hêviyên wan qet nehatine dagirkirin zarokin. Dibe ku bajarek bê dagirkirin, hilweşandin lê dagirkirina xeyalên zarokan zehmete. 
 
‘Benê helekana min bê sînor e’
 
Li her derê Rojava ligel avakirina nû şopên şer hîna bi tevahî nehatine paqijkirin. Di nav van şopan de şopên zarokan yên nû yên der barê pêşerojê de hene.  Têlên dîrekên ceyranê yên xaniyan yên piştî şer daketine, li erdê ne.  Zarokên li her derê xweşikahiya jiyanê didin xuyakirin, lîstikên xwe jî berdewam dikin.  Ji ber vê jî her benê daketiye xwarê dibe benê helekanê.  Zarok diqîrin ‘benê helekana me bê sînore’.  Belkî jî aliyê herî xweş yê zarokatiyê eve.