Zarokên girtî dest bi gireva birçîbûnê kirin

  • 15:18 6 Cotmeh 2017
  • Zarok
ÎZMÎR - Yîgît Uste û Sînan Yaşar ên li Girtîgeha Zarokan a Şakranê hatin derpkirin, dest bi greva birçîbûnê kirin.  
 
Li Girtîgeha Zarokan a Şakranê hefteya borî gardiyenan li zarokên bi navê Yîgît Uste û Sînan Yaşar xistin. Hat zanîn ku zarokan 4 rojin di greva birçîbûnê de ne, ji bo şermezar kirina îşkenceyên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin e. Bavê Yîgît Uste Harbî Uste, ku çûbû hevdîtina kurê xwe, diyar kir ku kurê wî jêre gotiye heya îşkenceyên li girtîgehê bi dawî nebin dest ji greva birçîbûnê bernedin. Bavê Yîgît Uste Harbî Uste, da zanîn ku her du girtî jî bêhal bûn û wiha got: “Rayedarên girtîgehê ji kurê min re gotin e ‘bavê te çend rojin me dide çapameniyê. Em kirine reklam.’ Îşkenceyê li zarokên me dikin. Ev nayê qebûl kirin.”