Gelo botoksa mîde li dijî obezîteyê bi bandor e?

  • 09:08 23 Îlon 2018
  • Tenduristî/Werzîş
NAVEND NÛÇEYAN - Pispora Cerahiya Giştî Tuna Bîlecîk derbarê botokdsa mîde de ku di dermankirina obezîteyê de tê bikaranîn û hîna bandora wê nehatiye tespîtkirin de axivî û diyar kir ku ev rêbaz ji bo nexweşên ku 10-15 kîloyên wan zêde ye, dikare bi fêde be.
 
Yek ji pisgirêkê sereke yên girîng a sedsala 21’ê nexweşiya obezîte ye û ji bo dermankirina wê jî rêbazên tiba modern hatine pêşxistin. Rêbaza ‘botoksa mîdê’ ya ku ev 10 sale pêk tê jî der barê wê de hîna pir zêde xebat tune ye.
 
Alîkara Pispor a Cerahiya Giştî Doç Dr. Tuna Bîlecîk diyar kir ku ev rêbaz di dermankirina obezîteyê de hîna di statuya ceribandinê de ye û wiha got: “Di vê rêbazê de bi riya endoskopîkê li dîwarê mîde li 20 nokteyên cuda pêk tê. Cihê lê pêk tê, dîwarê mîde xwe dikşîne û ji bo demekê jî valakirina mide kêm dike. Armanca vê prosedurê, demek dirêj mirovan têr dihêle û mirov kêm tiştan dixwin. Ligel vê di hinek xebatan de jî hatiye dîtin ku ev pêkanîna botoksê hormonên îştahê diçewisîne.”
 
‘Divê 10-15 kîloyan derbas neke’
 
Tunayê derbarê dermankirina obezîteyê ya li gorî astên wan çi divê bê kirin wiha got: “Ji bo III morbîd obezîte û II obezîteyê dermankirin cerahî ye. Rêbaza botoksa mîde ji bo nexweşên ku 10-15 kîloyên wan zêde ye, dikare bi fêde be. Ev rêbaz jî divê bi bernameyên diyet û egzeran bê pêkanîn.”