Beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê du mehe girtî ye

  • 10:01 9 Tebax 2018
  • Tenduristî/Werzîş
ŞIRNEX - Nexweşxaneya Cizîrê ya Dewletê ku her tim bi binpêkirina mafan tê rojevê vê carê jî ji bo dermankirinê alavên hewce lê tune ne.  Hat diyar kirin ku beşa lezgîn a nexweşxaneyê ev du mehe bi hinceta tadîlatê hatiye girtin û ji bo bikaranîna nexweşan jî tenê lavaboyek vekirî ye.
 
Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji ber xizmeta ku ji gel re nake her tim di rojevê de ye. Berê jî ji ber doktorên welîdîna jinan li nexweşxaneyê tunebû jina bi navê Feyruz Pulat bi pitika xwe ya 8 mehî ya di zikê wê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha Arafat Çaglar yê bi nexweşiya kuduzê ket jî li gorî îdiyan li nexweşxanê nehatiye dernakirin û jiyana xwe ji dest daye.
 
Ji bo dermankirinê alav tune
 
Nexweşxana ku bi mirinên di encama binpêkirinan de tên jiyîn, tê rojevê, tevî gilîkirina gel ev du sale rewşa xwe diparêze. Navçeya xwedî 120 hezar nifûsiye, piştî mirina Feyruzê pispora welîdînê şandin nexweşxanê.  Vê carê derket holê ku ji bo dermankirina nexweşan alav tune. Tevî ku bi dehan carî anîne ziman pisgirêk nayê çareserkirin û pir caran wan dişînin nexweşxaneyên din.
 
Pirsgirêk nayên çareserkirin
 
Hat destnîşankirin ku bi taybet di polîkîlînîkên çav, jin û welîdînê de û her wiha beşa lezgîn de pirsgirêk tên jiyîn, kesên dixwazin randevuyê jî bigirin rastî bersiva ‘Hemû doktor tije ne, dor tune’ tên. Yên bê randevu jî diçin nexweşxanê rastî gotina ‘beyî randevu em fîşê nadin’ tên.
 
Di beşa lezgîn de tadîlat heye
 
Beşa lezgin a nexweşxanê jî bi hinceta tadîlat heye ev du mehe girtiye.  Ligel vê skandalên li nexweşxanê bi vê jî ne sînore. Li nexweşxana 4 kar û gelek beşên wê hene ji bo nexweşan tenê lavaboyek heye.