Mirov divê çawa xwe ji enfeksiyona mîzdankê biparêzin?

  • 09:02 11 Tîrmeh 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Bi hatina demsala havînê re enfeksiyona mîzdankê zêde tê dîtin û kalîteya jiyanê jî bi awayekî têk dibe. 
 
Her demsal nexweşî zêde dibidin. Bi germbûna hewayê re ev tê wateya ku zêdetir qada bakteriyan zêde dibe. Yek ji van nexweşiyan ku bandorê li ser her kesî dike kulbuna mîzdankê ye. Hemşîre Derya Dengîz der barê enfeksiyona mîzdankê de axivî.
 
Deryayê der barê enfeksiyona mîzdangê de wiha got: “Bakteriyên ji derve tên û enfeksiyonê ava dikin. Ev wek enfeksiyona mîzdankê tê binavkirin. Li gorî herêmê navê karekterên enfeksiyonê dikare biguhere. Mînak kanalên wekê uretsît, sîstîtfîp, nefrît ku derketina mîzê pêk tîne, di rewşên enfeksiyonê de têgehên tên bikranînê ne.”
 
Bi jinan re zêdetir tê dîtin
 
Deryayê da zanîn ku mirov ji ber sedemên cuda bakteriyan digirin û ev bakterî dibin sedema kulbuna mîzê û wiha pê de çû: “Em dikarin bêjin zivistan an jî havînê zêditir derdikeve. Li gorî jinan mêr kêmtir bi vê nexweşiyê dikevin. Ji ber kanala mîzê ya jinan dirêjtire. Ji ber vê bakterî zûtir bi jinan re çêdibin.”
 
Nîşaneyên enfeksiyonê 
 
Deryayê anî ziman ku yek ji nîşaneya herî berbiçav şewat û êş û got: “Pir zû derketina lavaboyê, êş. Bakteriyek heye û ji ber zêdebûna vê bakteriyê enfeksiyonek heye. Ji ber bakterî di beden de zêde dibin êş û germa beden zêde dibe. Vereşîn tê dîtin. Ger bakterî heta gurçikan biçe êş piştê jî dertê holê. Divê demildest tahlîl bêkirin. Ev rewş bê kontrolkirin. Teşîsa zû girîng e.”
 
Kalîteya jiyanê dikeve
 
Deryayê destnîşan kir ku ji ber enfeksiyona mîzdankê kalîteya jiyanê dikeve û wiha domand: “Ji ber êşa tê jiyîn mirov her tim dixwazin bîhna xwe bidin. Ji xwe ew şewat û êş kalîteya jiyana mirovan dixîne. Ji bo parastinan divê zêde tiştên avî bên vexwarin. Paqijî û bikaranîna tiştên avî girîng in. Bincilkên tên bikaranîn divê pembu bin û pedên rojane pir dereng neyên guhertin. Piştî lavaboyê divê teqez dest bên şûştin. Divê peçete bê bikaranîn. Ji bo zarokan jî divê mirov baldar bin.”