Jinan ji bo bicihanîna mafê hêviyê bang kirin
- 14:12 30 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di bin dirûşma “Jin Jiyan Azadîde wê mafê hêviyê pêk bîne” de Kongra Star li Hesekê ji bo mafê hêviyê û azadiya fizîkî ya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek li dar xist.
Kongra Star li Hesekê ji bo mafê hêviyê û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.
Di meşê de saziyên civaka sivîl, rêxistinên jin, tenduristî û partiyên siyasî ji Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hol, Şedadê, kampa Serêkaniyê û Waşokanî amade bûn. Meşvanan alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Jin Jiyan Azadî wê mafê hêviyê pêk bîne” hilgirtin. Meşê ji çerxeriya Sînalko dest pê kir û li ber parka Rêber Apo ya li taxa Nasra veguherî mitîngê.
‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan çareseriya krîz û pirsgirêkan e’
Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên tekez kir ku azadiya Rêber Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Rêber Apo Îmraliyê veguherand dibistan û zanîngehê, 27 salan li ber xwe da û hişt ku her dewlet berê xwe bide îmraliyê, li çareseriyê bigere. Ji ber vê yekê rêbertî banga aştî û civakeke demokratîk kir. Em jin rexnedayîna xwe didin. Di vê demê de erk û berpirsiyariya me ew e ku jin vê pêvajoyê bi rê ve bibin. Divê her kes peyama rêbertiyê baş fam bike. Nameya Rêber Apo ya aştî û civaka demokratîk sembola yekîtî û hêzê ye. Em pir baş dizanin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê hemû pirsgirêkan çareser bike. Îro gerîla bi vekişîna xwe ji Tirkiyê gaveke duyemîn ji bo pêkanîna pêvajoya aştî û civaka demokratîk davêjin.”
‘Banga Ocalan gaveke stratejîk û dîrokî ye’
Berdevka Kongra Star a Holê da zanîn ku bêyî bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî çênabe û wiha got: “Banga rêbertî ji bo aştî û civakeke demokratîk ne tenê gaveke siyasî ye, gaveke stratejîk û xaleke dîrokî ye li Tirkiye û Rojhilata Navîn. Herêma ku bûye cihê wêranî, asîmîlasyon û qirkirinê ku ji aliyê rejîmên neteweperest ve li dijî pêkhateyên xwecihî yên gelê me, bi taybetî gelê Kurd, pêk hatiye. Bêyî bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan aştî çênabe. Îro divê Tirkiye mafê hêviyê yê ku ji aliyê qanûnên mafên mirovan ên têkildar ve ketiye bin temînatê biparêze. Kesayetiya dîrokî ya rêbertî û berxwedanê bêhêvîbûn û bêhêvîtiyê nas nekir, raman û felsefeya xwe domand. Tevî tecrîda giran, wî prensîba hêviyê bi dest xist û giyanê geşbîniyê di dilê gelên herêmê de çand.
Meş bi dirûşma “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.







