Bi sed hezaran kes tevli konsera Koma Amed bûn
- 21:41 25 Cotmeh 2025
- Çand û Huner
AMED- Koma Amed piştî 30 salan li Amedê konserekê bi girseyî li dar xist. Bi sedhezaran kes bi daxwaza azadî, aştî û edaletê hatin gel hev.
Koma Amed piştî 30 salan li Qada Newrozê ya Amedê konserekê bi coş li dar xist. Konser bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Sanatça Organîzasyonê û Şaredariya Peyasê, bi dirûşma “Kulîlkên Azadiyê Pêşwaziya Aştiya Civakî Dikin” hat lidarxistin. Bi sed hezaran kes tev li konserê bûn.
Girse beriya saetên konserê herikîn qada konserê û heta ku konser dest pê bike govend gerandin. Di konserê de parlamenterên partiyên siyasî, endam û rêveberên saziyên civakî û bi sed hezaran kes tev li bûn. Di girsê de gelek kes ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê tev li konserê bûn.
Di serî de peyamê hunermendên bi dîmen hatibû şandin hat temaşekirin.
Piştî rêzgirtinê peyama Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli ku li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin hat xwendin. Selçûk Mizrakli diyar kir ku dengê şehîd Evdilmelîk Şêx Bekir hê jî di guhê wî de ye û got: “Em ê di rojên azad de li qada azadiyê stranên Koma Amed guhdar bikin.”
Hevserokê berê ya HDPê Selahattîn Demîrtaş jî peyam şand û got: “Em ê rojên azad de verin gel hev.” Paşê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê derketin ser dikê û beşderan silav kirin. Serra Bucak diyar kir ku gelê Kurd dixwaze wekhevî bijî û got: “Ez hêvî dikim ku ev konser bibe sedema aştiyê.”
‘Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e’
Dûre Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku Koma Amed piştî 30 li vê qadê ye lê hevalên ku 30 sal di girtîgehê de hatin girtin jî li vir in û got: “Di şexsê Selçuk Mizrakli de ez tevahî girtiyên siyasî silav dikim. Silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re. Ji bo azadiya gelê Kurd em hatin li qadê. 30 sal derbas bû piştî 30 sal Koma Amed paytexta welatê xwe ye. Ev jî peyam ji rayedarên devletê re ye; 30 sal, 300 sal jî derbas bibe têkoşîna gelê Kurd berdewam bike. Em azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd li vir pêşwazî dikin. Em bi Rêber Ocalan bawer in, em bi têkoşîna gelê Kurd bawer in. Dê ev pêvajo bi ser bikeve. Her çiqas devlet bi piştgirî nede pêvajoyê jî, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd em ê bi ser bikevin. Sibe dê daxuyaniyekî girîng werê parve kirin. Divê dewlet jî piştî vê baş tevbigere. Gelê Kurd bi Rêberê xwe bawer e. Lê sekna devletê ne diyar e, em ê bi sekna xwe sekna dewletê derxin holê. Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e.”
Paşê Koma Amed derket ser dikê û stranên xwe got.Endamên kome yek bi yek girse silav kirin.
Suleyman Çarnewa ev tişt anî ziman: “Bila kes nemire, em birînê xwe derman bikin. Îro cejna me ye. Di şexsê me de hunera Kurdî pêşwazî kirin.”







