Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê girtîgeh bên girtin
- 15:35 30 Cotmeh 2025
- Rojane
WAN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ku têkildarî îşkence û binpêkirina mafan ên li girtîgehan daxuyanî da. Platformê bang li Wezareta Dadê kir ku girtîgehên bi navê “tîpa bîr/çal” werin girtin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, têkildarî muameleya xerab, îşkence û binpêkirina mafan ên li girtîgehan li Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî da. Endamên platformê di daxuyaniyê de pankarta “Tecrît sûcê mirovahiyê ye, divê girtîgehên mîna bîrê (kuyu tipi) bên girtin” vekirin. Nûnerên saziyên sivîl, endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
’51 girtîgehên Tîpa Y, S û Ewlehiya bilin hatine vekirin’
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Salîh Coşkûn daxuyanî da. Mehmet Salîh Coşkûn anî ziman ku li Tirkiyeyê girtîgeh, her tim bûne cihên ku îşkence û muameleyên xerab lê pir caran têne kirin û got: “Qerebalixiya girtîgehan, şert û mercên wan ên fîzîkî, cih û mîmariya wan bingeha objektîf a gelek binpêkirinên mafên mirovan pêk tîne.” Mehmet Salîh Coşkûn diyar kir ku ji sala 2005an û vir ve rêbazên girtinê ku her sal zêde bûne, tasarimên ku rê didin pêkanîna cûrbecûr a tecrîdê, bûne sedema zêdebûna binpêkirinan û got: “Di nav girtîgehên nû de, bi taybetî ji sala 2021an vir ve, bi tevahî 51 girtîgehên cûreyên nû bi navên “Saziya Cezayê ya Tîpa S”, “Saziya Cezayê ya Tîpa Y” û “Saziya Cezayê ya Ewlekariya Bilind” hatine vekirin. Li gorî daneyên dawî, 22 girtîgehên cûreya Y, 22 girtîgehên ewlehiya bilind û 7 girtîgehên cûreya S hatine vekirin.”
Bang li Wezareta Dadê kirin
Mehmet Salîh Coşkûn behsa binpêkirinên li van saziyên nû yên cezayê kir û bang li Wezareta Dadê kir û wiha bi dawî kir: “Her wiha em bang li saziyên dewletê yên peywendîdar, bi taybetî Wezareta Dadê dikin. Em daxwaz dikin ku polîtîkayên girtîgehan ên ku ji bo tepeserkirina beşên muxalîf ên civakê hatine çêkirin, tavilê bi dawî bibin, girtîgehên bi navê “tîpa bîr/çal” werin girtin û şert û mercên ku li gorî rûmeta mirovan in ku ji girtî jî vê yekê dixwazin, tavilê werin bicihanîn.”







