‘Em dikevin pêvajoyeke ‘ne normal’

  • 09:06 6 Tîrmeh 2020
  • Tenduristî/Werzîş
ENQERE - Endama ATO YK Dr. Gulgun Încîrcî Kiran belavbûna zêde ya vîrusa koronayê nirxand û diyar kir ku li şûna ‘normalbûnê’ em bêjin ‘ne normalbûn’ başti e û got: “Ji vir û şûnde normala nû ya cîhanê wê bi pandemiyan re mijûl bûn be.”
 
Li Tirkiyeyê ji 1’ê Hezîranê şûnde gavên normalbûnê hatin avêtin û piştî vê vîrusa koronayê zêdetir bû. Li Dîlok, Enqere, Bursa, Konya û Amedê hejmar zêde bûn.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîbên Enqereyê (ATO) Gulgun Încîrcî Kiran diyar kir ku şaşe ji vê pêvajoyê re bêjin ‘normal e’ û got: “Ev pêvajo di esasê de pêvajoya nenormalbûnê ye. Me wek TTB û odeya tabîban ji pêvajoyê re got ‘ji nû ve vebûn’. Em hemû dizanin ku normalbûn ji ber pirsgirêkên aborî hat destpêkirin. Di 11’ê Gulanê de AVM vebûn û kesên bi şewbê ketin piştî vê zêde bûn. Di 1’ê hezîranê de pêvajoya normalbûnê hat destpêkirin. Me piştî 13 hezîranê jî dît ku vîrus bi lez belav dibe.”
 
‘Berpirsyarî li welatiyan bar kirin’
 
Gulgunê diyar kir ku hatina havînê, rîtuelên wek dawet, şîn, oxirkirina leşkeran bandor li ser zêdebûnê kiriye û wiha pê de çû: “Lê esasa di vir de rakirina tedbîrên cemawerî bûn. Ev berpirsyarî wek şexsî li welatiyan hat barkirin. Piştî ezmûnên LGS û YKS’ê jî hîna bandor nehatiye dîtin. Behsa pêla duyem tê kirin, lê hîna hejmar nebûye sifir ku pêla duyem bê.”
 
‘Wezareta tenduristiyê fîlyasyon da sekinandin’
 
Gulgunê di berdewamiyê de destnîşan kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) di têkoşîna li dijî pandemiyê de krîterên wek fîlyasyon û îzolasyona civakî bi dehan carî aniye ziman û bal kişand ser girîngiya test û kontrolan. Gulgunê wiha berdewam kir: “Ji ber test têr nehatin kirin hejmar daket xwarê û bandor li xebatên fîlyasyonê hat kirin. Fîlyasyon ancax bi tespîta temasê pêkan e. Piştre pisgirêkên medîkolegal derketin holê. Ji bo testan bikin hewldan du sê semptoman bibînin.
 
Li herêmê hejmar zêde bûne. Nivînên beşa giran tije bûne.”
 
Gulgunê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku vîrus didome û wê demek dirêj di jiyana wan de bimîne û got: “Di rojên borî de hat gotin ku li Çinê bi berazan re vîrusek nû hatiye tespîtkirin. Nayê zanîn ku ev vîrus derbasî mirovan bûye an na. Lê ev jî xetereyek pandemiyê ava dike. Ji vir şûnde wê cîhan di normaliya nû de bi pandemiyan re mijûl bibe.”