Bîlançoya vîrûsa koronayê: 21 hezar û 562 kesî jiyana xwe ji desta dan

  • 11:52 26 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserî cîhanê heta niha 472 hezar û 162 kes bi vîrûsa korona ketine. Her wiha 114 hezar û 849 kes jî baş bûne. Bi giştî 21 hezar û 309 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî daneyên dawî, heta niha li seranserî cîhanê 472 hezar û 162 kes bi vîrûsa korona ketine. Her wiha 114 hezar û 849 kes jî rewşa wan a tenduristiyê baş bûne. Bi giştî 21 hezar û 309 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
 
Bîlançoya herî giran li Îtalyayê ye. Heta niha li Îtalya 74 hezar û 386 kes pê ketine, 7 hezar û 503 kesan jiyana xwe ji dest dane û 9 hezar û 362 kes jî baş bûne. Li Spanyayê 3 hezar û 647 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Îranê 2 hezar û 77 kesan, li Fransayê hezar û 333 kesan, li Emerîka hezar û 32 kesan, Brîtanya 463 û Holanda 356 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê di nava 24 saetan de 15 kesên din jiyana xwe ji dest daye û bi tevahî hejmar bûye 59, hejmara nexweşan jî gihaştiye 2 hezar û 433.