'Armanca me ew e ku civaka me di warê tenduristiyê de pêşketî be'

  • 09:02 2 Sibat 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Dilocan Bozî
 
KOBANÊ - Endama Weqfa Jina Azad a Beşa Tendirustîyê a li Kantona Kobanê Rojîn Hesen, derbarê nexweşiya penceşêrê  û xeteriyên wê nêrîna xwe  anî ziman û  got: "Penceşêr nexweşiyeke xeter e, metirsiyê li ser jiyana mirovan dike. Bi rêya semînerên ku tên dayîn  em jinan baldar û hişyar dikin. Armanca me ew e ku  di warê tenduristiyê de pêşketî be ."
 
Li Rojava û Sûriyeyê, gelek cureyên nexweşiya penceşêrê derketine û hejmara nexweşan gihaştiye nêzî 800 hezar kesî. Di sala 2019'an de ev nexweşî zêdetir bûye, ji ber nepeydakirina derman û kêmderfetên dermanan ev her ku diçe zêde dibe. Sedemên vê nexweşiyê jî pir in. Xwarina ne paqij, hewaya petrolê, vexwarina cigarê û hwd. Yek ji cureyên penceşêrê, pençeşêra memika ye. Gelek jin bi nexweşiya pençeşêra memikan dikevin. Ji bo ku jin di alî tendirustiya xwe balder bin, Weqfa Jina Azad a Herêma Firatê bi alîkariya Desteya Tendirustî ya Kobanê, bi armanca rêgirtina li pêşiya nexweşiyê hemleyeke danasîn û baldariyê ji bo jinan, dest pê kirin. Ev hemle bi rengê semîneran li komîn û meclisên herêmê, tên dayin. Bi mijara nexweşiyê ve, semîner li ser rêgirtina li pêşiya nexweşiyan ji aliyê bijîşkên pispor ve, tê şîrovekirin. Têkildarî hemleyê  Endama Weqfa Jina Azad ya beşa tendirustî ya Kantona Kobanê, Rojîn Hesen nêrînên xwe ji  me re parve kir.
 
'Bi rêya  semîneran em jinan ji nexweşiyan balder dikin' 
 
Rojînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser belavbûna  nexweşiya penceşêrê û wiha got: "Di van demên dawiyê de nexweşiya penceşêra sîng û rehimê jinan di nava civaka me de pir belav bûye. Bi rêya semînerên ku tên dayîn, em jinan baldar û hişyar dikin. Armanca me ew e ku civaka me di warê tenduristiyê de pêşketî be. Du cureyên nexweşiya pençeşêrê hene. Yek jê diwerime, di demeke kin de çareser dibe û ya din jî jê re dibêjin mê ye. Ev tedawiya wê heya niha nehatiye dîtin. Bi demê re cureya mê di nava laş de belav dibe û mirov jiyana xwe ji dest didin." 
 
'Baldarî jiyana mirovan diparêze'
 
Rojînê di nava gotinên  xwe de hişyarî da jinan ku dema ji bo nexweşiyan bi guman bin bila yekser berê xwe bidin bijîşkan û wiha bi dawî kir: "Dema mirov nexweş be ferq dike. Di nexweşiya pençeşêra memikan a jinê de, sîng diwerime û rengê wê tê guhertin. Nexweşiya rehma jinê, dema ku jin regil dibe xwîn pir dibe û jin pir êşa wê dikşîne. Wextê ku jin ji bo nexweşiyan  bi guman bin, bila yekser berê xwe bidin bijîşkan û li rewşa xwe bipirsin. Em dikarin bêjin  bi baldariyê jiyana mirovan tê parastin."