Desthilatdarî ji întîxaran berpirse: Pirsgirêka me ne depresyon e, kapîtalîzma serdest e

  • 09:14 12 Çile 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Habîbe Eren
 
ENQERE - Sekretera Giştî ya SES’ê Pinar Îçel bal kişand ser întîxar û xizaniyê ya girêdayê krîza aborî û got: “Pirsgirêka me ne depersyon e, kapîtalîzma serdest e.”
 
Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Sîbel Unlî beriya ku dawî li jiyana xwe bîne, parvekirinên wê yên li ser çapemaniya civakî, carek din întîxarên ku ji ber krîza aborî pêk tên anî rojevê. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) li Tirkiyeyê di navbera 2014-2016’an de bi giştî 9 hezar û 479 kesî întîxar kiriye. Di daneyan de nifûsa ciwan balê dikşîne û koma tenê navbera 20-24’an zêdetir întîxar kirine. Welatî pirsgirêkên aborî dijîn û mûçeyê asgarî yê ji bo 2020’an hatiye diyarkirin jî 2 hezar û 324 TL hat diyarkirin. Sekretera Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Pinar Îçel întîxar û xizaniya jinan ya girêdayê krîza aborî nirxand.
 
‘Rastiyeke ku çavê me nikare bigire heye’
 
Pinarê destnîşan kir ku desthilatdarî berjewendiya sermayayê diparêze bi îsrar krîza aborî înkar dike, lê mixabin rastiyeke ku hemû kes vê krîzê dijî heye. Pinarê wiha berdewam kir: “Ligel vê, neolî-lîberalîzmê her kes tenê hiştiye, piştevaniya civakê kêm kiriye û bi vê re jî mirov ji ber hincetên aborî dawî li jiyana xwe tînin. Kesên întîxar dikin, kesên ji malbata xwe jî berbi întîxarê ve dibin. Mirov ji ber pirsgirêkên aborî xwe bêçare dibînin û dawî li jiyana xwe tînin. Ne pêkane mirov van ji nedîtîve bên û pêşniyariyên çareseriyê nekin.”
 
‘Em bikevin piştevaniyê wê şansê me yê jiyanê jî hebe’
 
Pinarê anî ziman ku xwendekarên zanîngeha Stenbolê ku ji bo mafê xwarinê têdikoşin rastî mudaxaleya polîsan tên û di van rojan de dîsa xwendekara zanîngehê Sîbelê întîxar kir û parvekirina wê ya li ser çapemeniya civakî ya ‘Di qerta min ya xwaringehê de 1 TL  heye, ez ê çawa xwe têr bikim’ hemû rastiyê nîşan dide. Pinarê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ciwaneke hîna 20 salî ku gelek xeyalên wê hebûn dawî li jiyana xwe anî. Rastiyeke heye ku em dest nadin hev. Ger em di piştevaniyê de bin wê mafê me yê jiyanê jî zêdetir be.”
 
‘Desthilatdarî ji întîxaran berpirs e’
 
Pinarê bi lêv kir ku desthilatdarî ji ber sedema pergala rantxwiriyê, yekser ji întîxaran berpirs e û got: “Ji bo Sîbelê hat gotin ku ji xwe di depresyonê de bûye, sedema întîxarê ne rewşa aboriye. Yanî tenêtiyê û bêçarebûnê, ji rêzê dibînin. Lê pirsgirêka me ne depresyone, kapîtalîzma serdest e. Em dikarin cîhaneke ku dikarin lê bijîn biafirînin. Em ne bêçarene, çar e em in.”
 
‘Herî zêde jin bi bandor dibin’
 
Pinarê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku yên herî zêde ji krîzê bi bandor dibin jin in û got: “Betaliya jinên ciwan her diçe zêde dibe. Jinên bi mêran re heman karî dikin, kêmtir mûçeyê digirin û bi krîzê re jî herî zêde jin ji kar tên avêtin. Lêkolîn jî nîşan didin ku herî zêde jin ji krîzê bi bandor dibin.”