364 hezar û 808 bûyerên sorikê hatin tespîtkirin

  • 15:53 14 Tebax 2019
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên WHO ji 1’ê çileyê heta 31’ê tîrmehê ve 364 hezar û 808 bûyerên sorikê hatine tespîtkirin. Herî zêde bûyerên sorikê li Komara Demokratîk a Kongo, Madagaskar û Ûkraynayê hat tespîtkirin.
 
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) têkildarî zêdebûna bûyerên nexweşiya sorikê hişyarî da. WHO têkildarî zêdebûna bûyerên sorikê ragihand ku li tevahiya cîhanê bûyerên sorikê ji meha çîleyê ve li gorî dema sala borî 3 qat zêde bûye.
 
Li gorî daneyên WHO ji 1’ê çileyê heta 31’ê tîrmehê ve 364 hezar û 808 bûyerên sorikê hatine tespîtkirin. Sala borî heman demê de 129 hezar û 239 bûyerên sorikê çêbûbûn. Ji berdevkên WHO Chrîstîan Lîndmeîer li Cenevreyê di civîna çapemeniyê de axivî û bal kişand li ser zêdebûna bûyerên sorikê û ragihand ku ji sala 206’an ve bûyerên sorikê di asta herî bilind de ye.
 
Herî zêde bûyerên sorikê li Komara Demokratîk a Kongo, Madagaskar û Ûkraynayê hate tespîtkirin. Lê li Madagaskarê bi saya kampanyaya aşiyê bûyerên sorikê di demên dawî de kêmtir bûne.  Li gorî WHO’yê li Angola, Kamerûn, Çad, Kazkistan, Nîjerya, Fîlîpînler, Sûdana Başûr û Taylandê bûyerên sorikê zêde ne. Li DYE’yê di 25 salên dawî de hejmara bûyerên sorikê ya herî zêde çêbûne.
 
Di cîhanê de yek ji nexweşiyên herî vegirtinê sorik e û tedawiya wê tine, lê li gorî WHO’yê bi aşiyekê ewle û bi bandor dikare pêşî lê were girtin. Li herêma Ewropayê îsal nêzî 90 hezar bûyerên sorikê hat tespîtkirin. Di sala 2018’an de bi giştî 84 hezar û 462 bûyerên sorikê çêbûbûn.
 
Li Efrîqayê bûyerên sorikê 10 qat zêde bûn, li welatên dikevin rojayavê okyanûsa Pasifîkê 230 ji sedî, li Rojhilatê Derya Spî 50 ji sedî zêde bû. Li beramberî vê li Başûrê Rojhilatê Asya û qitaya Emerîayê 15 ji sedî kêmtir çêbû. WHO ya girêdayî Netewên Yekbûyî beriya geştiyarî ji welatiyan daxwaz kir ku beriya 15 rojan aşiya sorikê bibin.