‘Der barê nexweşxaneyên kurtajê nakin de dikare lêpirsîn bê destpêkirin’

  • 09:08 7 Hezîran 2019
  • Tenduristî/Werzîş
ÎZMÎR - Sekretera Jinan a SES ya Îzmîrê Semra Dogan diyar kir ku li Tirkiyeyê tevî ku mafê kurtajê qanûniye jî ji ber pêkanînên dewletê bi awayekî fîîlî qedexeye û ev jî jinên derfetên wan yên aborî tûnebe serî li rêbazên bê tenduristî didin.
 
Sekretera Jinan a Sendîkaya Kekarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Îzmîrê Semra Dogan der barê sînorkirina mafê kurtajê de agahî da. Semrayê diyar kir ku tevî li Tepecîkê navendek plansaziya malbatê heye jî, li Îzmîrê kesên dixwazin kurtaj bibin, berê wan didin Nexweşxaneya Welîdînê ya Bucayê ku hejmara xebatkaran kêm e, ji ber yekane navende nexweş zêde ne. 
 
Semrayê got ji ber vê rewşê jin bi rîska ku di dema wê de kurtaj nabin re tên rû hev. Semrayê wiha got: “Di 2012’an de serokomar got ‘her kurtajek komkujiyeke, Qilabanek e’. Ev pêvajo jî ji wê pêvajoyê ne cudatire. Wê demê naven ji yekê zêdetir bû niha li her bajarekî herî zêde du navend hene.”
 
‘Bi awayekî fîîlî qedexeye’
 
Semrayê di berderwamiyê de MEDULA ku pergala otomasyona ji bo kar û barê nexweşiyan dihat bikaranîn, butona ‘kurtaja li gorî daxwazê’ rakiriye, kurtaj jî bi awayekî fîîlî hatiye rakirin û wiha got: “Doktor bi dermanên ‘oral kontraseptîf’ kondoman dide, ji ber sedemên ku deriyên mehekê an jî 3 mehan nakeve îhaleyan, nayên dayîn. Lê hekîm reçeteyan dinivîse û li dermanxaneyan bi 30 TL dikare bê girtin.”
 
‘Divê di kurtajê de daxwaza hevjîn bê rakirin’
 
Semrayê destnîşan kir ku ji sala 2012’an heta niha ferzkirina ku divê jin daxwaza hevjînê xwe bigire di qanûnan de heye û divê ev bê rakirin û wiha got: “Serdestiya mêr a siyasî ji bo zêde bibe, kêm bibe, leşkeran bigihînin, hêza kar bidin qezenckirin, li ser bedena jinan polîtîkayan dimeşînin û di encama vê de jî rayeya biryargirtinê ya jinan ji destê wan tê girtin.
 
'Divê dema kurtajê bê dirêjkirin'
 
Semrayê wiha berdewam kir: “Divê doktor daxwaza kesên li hember xwe têr bibîne. Derveyê qanûnî îlankirina kurtajê bi xetere. Kurtaj ne qedexeye, ji ber vê dema diçin nexweşxanê, ger doktor vê daxwazê pêk neyne dikare der barê nexweşxanê de kar û barê qanûnî bê kirin. Kesên rewşa aboriya wan nebaşe nexweşiyên taybet lê tê ferzkirin. Ji ber vê jin berê xwe didin rêbazên bi xeter. Ev rê li ber seqetiyên cidî û heta mirinan vedike. Bi biryara dadgehê kurtaj heta 20 hefteyan hatiye dirêjkirin. Lê li gelek welatan heta 24 hefteyan tê dirêjkirin. Divê dema kurtajê bê dirêjkirin.”