Jiyana ku bi rojê re dest pê dike: Şengal
- 09:42 19 Mijdar 2026
- Rojane
Rojda Aydin
ŞENGAL - Her çend 12 sal di ser fermana 74’an re derbas bû jî, şopên qirkirinê li Şengalê nehatine jêbirin. Civaka Êzidî ku mal, ax û jiyana xwe ji nû ve ava dike, di bin pêşengiya jinan de xweparastina xwe xurt dike û hewl dide pêşeroja xwe ava bike. Digel ku bi pêvajoya entegrasyonê re nîqaşên statû û ewlehiyê dîsa hatine rojevê, li Şengalê bi rojê re her rojeveke nû bi jiyanê re dest pê dike.
Min fermana 74’an, wekî her welatiyek, di zaroktiya xwe de ji ekranên televîzyonan hîn bûm. Dîmenên mirovên ku ji Şengalê revîbûn, jin, zarok û pîrên ku ketibûn ser rê û rûyê bi hezaran mirovên ku neçar man axa xwe li pey xwe bihêlin, di bîra min de cih girtin. Dema ku min li wan dîmenan temaşe dikir, min hewl dida ku giraniya tiştên qewimî fêm bikim û min difikirî ku ew gel çawa bi êrîşeke wiha re rû bi rû man. Lê belê, 12 sal şûn de çûna heman erdnîgariyê, meşa li ser wan rêyan, dîtina şopên bûyeran li cihê wan û guhdariya çîrokên vê civakî rasterast ji devê wan bi xwe, hesteke gelekî cuda bû.
Bi salan bû ku daxwaza dîtina Şengalê, naskirina ji nêzîk a civaka Êzidî û şahidiya li ser tiştên ku hatine serê wan di dilê min de bû. Bûyîna li heman erdnîgariyê îro bi gelê ku min di zarokatiya xwe de tenê ji ekranên televîzyonan nas dikir re, ji bo min hem kelecaneke mezin hem jî hesteke ku pênasekirina wê zehmet bû. Dema ku ji Amedê ber bi Şengalê ve rêketim, li gel vê kelecaniyê fikareke min jî hebû. Piştî 12 salan rewşa Şengalê çawa bû? Piştî fermanê çi mabû? Civakek çawa dikaribû piştî qirkirineke wisa giran jiyana xwe ji nû ve ava bike?
Rêyên ku sînor vediqetînin, erdnîgarî dicivîne
Dema ku em ji Amedê derketin û gihîştin Deriyê Sînor ê Xabûrê ya ku li navçeya Silopiyaya Şirnexê ye, me tenê ji sînorekî di navbera du welatan re derbas nedikir. Di heman demê de em ji nava erdnîgariyeke parçekirî, jiyanên ku ji hev hatine qutkirin û têkiliyên civakî yên ku bi sînoran hatine veqetandin derbas dibûn. Li aliyekî Bakur, li aliyê din Başûr hebû. Li van axên ku ziman, çand, dîrok û bîra civakî tevlî hev bûn, sînorê ku hatibû xêzkirin mirov û jiyan ji hev vediqetandin. Lê belê çîrokên gelên ku li her du aliyên sînor dijiyan ne serbixwe ji hev bûn. Dengên heman zimanî, awayên jiyanê yên bişibî hev û bîra hevpar li her du aliyên erdnîgariyê hebûna xwe didomandin.
Piştî derbasbûna sînor, dema ku em ber bi Şengalê ve diçûn, li ser rê kelecana di dilê min de her ku diçû mezin dibû. Ji aliyekî ve ez nêzî axa ku bi salan bû min dixwest bibînim dibûm, ji aliyekî din ve jî dîmenên ku 12 sal berê min li ekranên televîzyonan temaşe kiribûn dianî bîra xwe. Piştî rêwîtiyeke ku bi saetan domiya em gihîştin Şengalê. Êdî ez ne tenê temaşevanê wan dîmenan bûm... Ez li ser wê axê bûm. Ez bi mirovên ku, min di zarokatiya xwe de li ser ekranan temaşe dikir re bûm. Û şopên tiştên ku li ser wê axê qewimîbûn hîn jî nehatibûn jêbirin.
Piştî 12 salan hên jî ji nû ve avakirin
Di gerên ku me li Şengalê û gundên wê de kirin de, tiştê ku herî pêşî bala min dikişand tevî 12 sal derbas bûn jî xebatên avakirinê hîn jî didomiyan. Hin mal nû dihatin çêkirin, hin avahî tên nûjenkirin û hin malbat jî piştî bi salan vedigeriyan axa xwe. Hewl didin ku jiyaneke nû ava bikin. Di nav xirbeyên ku ji şer man de, xaniyên nû tên avakirin. Êzidiyên ku her roj bi rojê re hişyar dibin, ji bo ku jiyanê ji nû ve ava bikin kedê didin.
Ev civak 12 sal berê li hemberî êrîşên DAIŞ’ê ku xwe sipartibûn Çiyayê Şengalê. Pişt re ji çiyê reviyan û neçar man ku koçî Tirkiye, Kurdistan û welatên cuda yên cîhanê bibin. Di êrîşên ku jiyana bi hezaran mirovan ji 7 heta 70 salî guhert de, yên ku nekarîn birevin hatin qetilkirin, jin û zarok hatin dîlgirtin. Di wê demê de hin kesên ku di zaroktiya xwe de hatibûn dîlgirtin di nava salan de hatin rizgarkirin, lê belê aqûbeta bi hezaran kesan hêj jî nayê zanîn. Malbat hîn jî li pey şopên xizmên ku winda bûne digerin.
Piştî van hemû êşan ji nû ve avakirina xaniyan, vegerandina ser axê, hilberandin û domandina jiyana rojane bûye yek ji awayên herî mezin ên berxwedanê. Her avahiya nû ya ku em li Şengalê pê re rû bi rû man, her mala ku hate nûjenkirin û her jiyana ku ji nû ve hate avakirin, wekî nîşaneya wê yekê bû ku qirkirinê nikaribû hebûna civakê tune bike. Lê belê ev ji nû ve avakirin nayê wê maneyê ku tiştên jiyane hatine jibîrkirin. Berevajî wê, şopên tiştên ku qewimîne hêj jî di nava her malê û her kolanê de hene.
Derbasbûna di nava dîmenên di bîrê de
Di wan dîmenên ku min di zarokatiya xwe de li ser ekranên televîzyonan temaşe kiribû de, îro ez di wan rêyên ku êzidî ji Şengalê lê revîbûn de derbas dibim. Bûyîna li ser van rêyên ku demekê bi hezaran mirov ji bo rizgarkirina canê xwe li ser meşiyabûn, zarok tê de tîbûn û birçîbûn... Mirovan pir bi bandor dike. Li her derê ku em derbas dibûn, dîmenên wan rojan di hişê min de ji nû ve dijiya. Dîmenên ku min li ser ekranê temaşe dikir, êdî ji tomareke nûçeyan derketibûn û bibûn bîra axa ku min lingên xwe danibû ser.
Nirxandina tiştên ku li Şengalê qewimîne tenê wekî qetlîameke ku di demên borî de maye ne pêkan e. Ji ber ku êşa windahiyan, nediyariya derbarê li aqûbeta kesên dîlgirtî, gorên komî û jiyanên wêranbûyî îro jî di jiyana rojane ya gel de hebûna xwe didomînin. Dema ku mirov li kolanan digere, dîtina şopên şer di hişê mirov de her tim vê pirsê dide çêkirin. Civakek çawa dikare piştî van hemûyan ji nû ve rabe ser piyan?
Li Şengalê yek ji bersiva vê yekê di guhertina jinan û vîna parastina xweser de bersivê dibîne.
Guherîna jinan a piştî fermanê
Fermana 74’an, ji bo civaka Êzidî ne tenê qetlîameke mezin, di heman demê de ji bo guherîna civakî û siyasî ya ku bi salan e berdewam dike bû xaleke girîng. Bi taybetî jinan, bi dersên ku ji wan bûyeran girtin birêketin rêya hişyarkirin, rêxistinkirin û pêşxistina parastina xweser. YBŞ û YJŞ’yên ku piştî fermanê hatine avakirin, bûn beşeke girîng a vîna parastina gel û jinan ji xwe re.
Jin, balê dikişînin ser kêmasiyên ku beriya fermanê jiyane û teqez dikin ku îro êdî ne di heman rewşê de ne. Di vegotinên wan de, tiştên ku di 2014’an de qewimîn ne tenê êşeke ku li pey maye, di heman demê de wekî destpêka serdemeke ku tê de xwe ji nû ve pênase dikin û diguherînin cih digire.
Gotinên jinan, “Beriya fermanê gelek kêmasiyên me hebûn. Em ne hişyar bûn. Ger ku me zanibûya xwe biparêzin, wê demê em ê nediketin destê DAIŞ’ê. Me yê vê fermana dawî ewqas giran nedijiya. Lê êdî civaka Êzidî ne wekî berê ye. Îro em hişyar in û em parastina xwe dikin” nîşan didin ku ev guherîn ji kîjan ezmûnê dide holê.
Hewldana jinan a ku li Şengalê di her warê jiyanê de xwedî gotin bin, beşeke girîng a veguherîna civakî ye ku piştî fermanê pêş ketiye. Jinên ku demekê li hemberî êrîşan bêparastin hatibûn hiştin, îro bi îradeya parastina jiyan û civaka xwe tevdigerin. Ji ber vê yekê guherîna jinan a li Şengalê ne tenê veguherîneke kesane ye, di heman demê de wekî yek ji dînamîkên bingehîn ên ku pêşeroja civaka Êzidî diyar dike derdikeve pêş.
Pêvajoya entegrasyonê û bendewariyên derbarê paşerojê de
Pêvajoya entegrasyonê ya ku di 26’ê Tîrmehê de di navbera Hikûmeta Iraqê û YBŞ û YJŞ’yê de dest pê kir, nîqaşên serdemeke nû li Şengalê anî rojevê. Ji aliyê gel ve ev pêvajo, ne tenê rêkeke leşkerî an îdarî ye; bi pirsgirêkên bingehîn ên wekî statuya ku bi salan e nayê çareserkirin, ewlehî, parastina xweser û mafê jiyana azad a li ser axa xwe re rasterast ve girêdayî ye.
Ji bo civaka Êzidî piştî fermana 74’an yek ji fikarên herî mezin îhtîmala dubarebûna êrîşên bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê hebûna hêzên parastina xweser, ji bo ku gel xwe di ewlehiyê de hîs bike di cihekî girîng de radiweste. Civaka ku bi destpêkirina pêvajoya entegrasyonê re heta radeyekê bêhna xwe standiye, fikarên wan ên derbarê paşerojê de bi temamî ranebûne. Ji ber ku tiştên ku qewimîne nîşan didin ku ewlehî ne tenê bi sozên hatine dayîn, lê belê bi ewlekirina vîn û mafên gel gengaz e.
Îro bi hezaran Êzidî hêj jî di destê DAIŞ’ê de dîlgirtîne. Tê payîn ku cenazeyên ku li dehan gorên komî hatine dîtin bên derxistin û nasnameyên wan bên tespîtkirin. Aqûbeta kesên ku hatine windakirin, yek ji pirsên herî giran e ku malbat bi salan e lê digerin. Li kolanên Şengalê, di malên wan de û di bîra mirovan de şopên şer nehatine jêbirin.
Tevî van hemûyan jî li Şengalê jiyan berdewam dike. Rojekî nû ya ku bi rojê re dest pê dike, malên ku ji nû ve tên avakirin, mirovên ku vedigerin ser axa xwe û jinên ku vîna xwe ya parastinê mezin dikin, biryardariya vî civakê ya domandina hebûna xwe nîşan didin.
Di rêwîtiya xwe ya ku ji Amedê ber bi Şengalê bû de, min derfet dît ku ez vî civakê ku di zaroktiya xwe de ji ekranên televîzyonan temaşe dikir, ji nêz ve nas bikim. Lê belê dema ku ez ji Şengalê veqetiyam, di bîra min de ne tenê dîmenên tiştên ku 12 sal berê qewimîbûn hebûn. Di heman demê de rûyê mirovên ku tevî hemû êşan dixwestin jiyanê ji nû ve ava bikin, biryardariya jinan û jiyana ku her sibehê bi rojê re ji nû ve dest pê dikir hebû. Tiştê herî bi hêz ê ku min li Şengalê dît, ne tenê mayîna gel a di jiyanê de bû; têkoşîna wan a ji bo avakirina pêşeroja xwe bi xwedîderketina li nasname, bawerî û axa xwe bû.







