TKDF: 21 jin hatin kuştin û 12 jin jî bi gûman mirin

  • 14:37 4 Mijdar 2026
  • Rojane
ANKARA -TKDF''ê daneyên derbarê kuştina jinan ên meha cotmehê parvekirin û ragihand ku di meha cotmehê de 21 jin hatine kuştin, her wiha 12 mirinên din jî wekî bûyerên bi guman hatine tomarkirin.
 
Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) Rapora xwe ya derbarê Kuştina Jinan a meha Cotmeha 2026'an weşand. Li gorî raporê, di navbera 1'ê Cotmehê û 31'ê Cotmehê de 21 jin hatine kuştin û 12 jinan jî di şert û mercên bi guman de jiyana xwe ji dest dane.
 
Piraniya jinan ji aliyê mêrên di nava malbatên wa de hatine kuştin
 
Di raporê de tê diyarkirin ku 7 jin ji aliyê mêrên di nava malbatên wan de, 5 jin ji aliyê mêrên ku jê veqetiyane an jî di pêvajoya veqetînê de ne, 4 jin ji aliyê mêrên ku pê re têkiliya wan hebûye an jî bi hev re dijiyan û 3 jin jî ji aliyê mêrên ku jê veqetiyane an jî mêrên ku red kirine  kirine ve hatine kuştin. Jinek ji aliyê mêrekî ku nas nedikir ve hatiye kuştin û di bûyerek din de jî nasnameya kujer hêj nehatiye tespîtkirin.
 
15 jin bi çekê hatine kuştin
 
Di van kuştinan de çek amûra herî zêde ya ku hatiye bikaranîn e. 15 jin bi çekê û 2 jin jî bi alavên jêkirinê yên tûj hatine kuştin.