Meclisa Jinan a PYD'ê: Divê ziman di çarçoveyek destûrî de bê naskirin

  • 12:21 4 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) veqetandina 3 dersan di hefteyê de ji bo zimanê kurdî red kir û daxwaza sererastkirina biryarê, berfirehkirina perwerdehiya zimanê kurdî bo hemû astên perwerdeyê kir.
 
Meclisa Jinan a PYD`ê îro der barê biryara ku ji hêla Wezareta Perwerdehiyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve têkildarî hînkirina zimanê kurdî de, daxuyaniyek da.
 
Daxuyanî li ber navenda partiyê ya li Qamişloyê bi zimanê kurdî ji hêla hevseroka Buroya Rêxistinî ya partiyê Valentîna Ebdo û bi erebî ji hêla endama Meclisa Jinan a partiyê Nisrîn Tahir ve hat xwendin. Endamên partiyê û nûnerên rêxistinên jinan ên li bajêr amade bûn.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Biryara ku tenê 3 demjimêran di hefteyê de ji bo hînkirina zimanê kurdî veqetîne bi bingeh û daxwazên civakê re li hev nayê û naskirina pirrengiya civakî, çandî û zimanî nake. Herwiha ev biryar parastina tevnê civakî û nasname, çand û zimanên cuda misoger nake.
 
entegre nikare tenê pêvajoyek îdarî yan jî sepandineke teknîk a teng be. Belkî divê ew pêvajoyek be ku li ser naskirina rastiya civakê ava bibe derfetê bide civakê ku xwe, nasname, çand û zimanê xwe biparêze û di çarçoveya siyaseta demokratîk û serweriya qanûnê de bi azadî xwe îfade bike.
 
Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) red dike ku hînkirina zimanê kurdî tenê bi sê demjimêran di hefteyê de were sînordarkirin ziman ne mijareke wêneyî ye ku ji civakê cuda be lê ew yek ji hêmanên bingehîn ên hebûn tevnê civakî, çand û nasnameya civakê ye. Sînordarkirina hînkirina wî bi sê demjimêran nikare cihê wî yê rastîn û domdar di pêvajoya perwerdehiyê de misoger bike.
 
Dewlet bi ferzkirina modelekê ya yekgirtî li ser civakê nayê avakirin lê bi naskirina pirrengiya wê û rêxistinkirina jiyana wê li ser bingeha azadî û hilbijartinê tê avakirin. Hemwelatiya destûrî wateya ferzkirina yek nasnameyê nîne lê mafê hemwelatiyan ê ku girêdana xwe ya neteweyî û çandî bi azadî bijîn û pêk bînin misoger dike.
 
Zimanê dayikê hebûna civakî û hêza civakê ya ji bo parastina xwe nîşan dide. Ji ber vê yekê divê hebûna wî di perwerdehiyê de rastîn û domdar be.
 
Piştî derbasbûna çardeh salan ji destpêka xwendina xwendekaran bi zimanê xwe zimanê kurdî bûye beşek ji rastiya perwerdehî û civakî ya heyî. Ji ber vê yekê pêwîst e ku ev rastî were naskirin û pergala perwerdehiyê li gorî wê were pêşxistin.
 
Dewletek ku têgihiştineke neteweperest a teng digire û zextê li ser civakê dike nikare aşitiyê pêk bîne. Dewlet û civak bi tunekirina cudahiyan nêzî hev nabin lê bi rêxistinkirina wan di çarçoveyeke demokratîk û qanûnî de ku azadiya civakê biparêze û mafên hemû kesan misoger bike dikarin bi hev re bijîn.
 
Dîrok nîşan dide ku siyaseta asîmîlasyonê û hewldanên tunekirina cudahiyên çandî pirsgirêkên civakî çareser nakin lê dewleta neteweperest bixwe dikin beşek ji pirsgirêkê. Ji ber vê yekê derbasbûna ji siyaseta jenosîda çandî û ber bi modelekê ve ku li ser bingeha naskirina îradeya gel ava bibe, pêwîstiyeke siyasî û civakî ye.
 
Civaka demokratîk bi zorê û ferzkirina yek nasnameyê nayê avakirin, lê bi siyasetan û qanûnên demokratîk ên ku hemû aliyên jiyana civakî, siyasî, çandî û zimanî dihewînin tê avakirin.
 
Ji ber vê yekê guhertina biryara hînkirina zimanê kurdî gaveke pêwîst e di pêvajoya avakirina destûra Sûriyê naskirina pirrengiyê parastina ziman û çandê, xurtkirina hevjiyana di navbera pêkhateyên civakê de û derbasbûna ji naskirineke tenê ya fermî ber bi pratîkeke demokratîk a rastîn ve.
 
Ji ber vê yekê em rasterast van daxwazan dikin:
 
Guhertina biryarê û redkirina sînordarkirina hînkirina zimanê kurdî bi tenê sê demjimêran di hefteyê de.
 
Misogerkirina hebûna rastîn û domdar a zimanê kurdî di hemû qonaxên perwerdehiyê de.
 
Firehkirina qada hînkirina zimanê kurdî pêşxistina bernameyên wêneyan û amadekirina kadroyên pispor da ku hînbûna zimanê dayikê û pêşxistina wî were misoger kirin.
 
Naskirina rastîn a pirrengiya zimanî û çandî û wergerandina wê bo mekanîzmayên qanûnî û destûrî yên zelal.
 
Pêşxistina pergala perwerdehiyê li gorî rastiya heyî ya çardeh salan a perwerdehiya bi zimanê kurdî.
 
Zimanê kurdî beşek ji bingeha civakê û çanda wê ye. Parastin û pêşxistina wê ne li dijî qanûnên dewletê ye berevajî vê ew beşeke bingehîn a avakirina civakekê ye ku li ser bingeha demokrasî, azadî, hilbijartin, naskirin û rêzgirtina pirrengiyê ava dibe.
 
Di dawiyê de em şehîdên xwe bi bîrtînin yên ku ji bo gelê Kurd ku ji hebûna xwe hatiye bêpar hiştin û rastî siyaseta fermanên çandî hat û fedakariyên herî mezin kirine. Em tekez dikin ku parastina ziman, çand û nasname ne mijareke sembolîk e, lê beşeke pêvajoya vegerandina hebûnê û jiyana bi azadî û rûmetê ye.”