Çîgdem Kiliçgun Uçar: Têkoşîna jinan xwedî rolek diyarker e
- 15:09 11 Cotmeh 2026
- Rojane
DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Dersimê di civîna jinan de got: “Ya ku gavê bi dewletê bide avêtin têkoşîna me ye.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Dersimê bi dirûşma “Em gotina aştiyê ava dikin” civîna jinan lidar xist. Gelek jin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistina civaka sivîl beşdarî civînê bûn. Di civînê de rola jinan a di pêvajoya aştiyê de û girîngiya têkoşîna rêxistinkirî hatin nirxandin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu, diyar kir ku divê jin di pêvajoya aştiyê de bêtir cîh bigirin û destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe yên ji bo berfirehkirina doza Gulîstan Doku berdewam bikin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, jî teqez kir ku divê aştî jinan, kedkaran û xwezayê jî bigire nav xwe. Çîgdem Kiliçgun Uçar, nîqaşkirina meseleya Kurd a li Meclîsê wekî pêşketineke girîng nirxand û anî ziman ku ji bo aştiyeke mayînde, têkoşîna jinan xwedî roleke diyarker e.
Çîgdem Kiliçgun Uçar got: "Divê dewlet bi jin, xweza û kedkaran re li hev were. Divê vê pêvajoyê tenê em bi rêve bibin. Em ê vê fersendê veguherînin aştiyê. Di Meclisa Tirkiyeyê de cara ewil pirsgirêka Kurd tê axaftin. Dema ku muzakere hate nirxandin, ya ku gavê bi dewletê bide avêtin têkoşîna me ye. Jin çiqasî di nava pêvajoya aştiyê de be, aştî jî wê ewqasî mayinde bibe. Em alîgirê aştiyê ne."







