Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 159’emîn de bedewam kir

  • 18:30 9 Cotmeh 2026
  • Ekolojî
MÛŞ - Nobeta çalakiyê ya li Gimgimê li dijî projeya JES’ê ya tê plankirin bê çêkirin hat destpêkirin di roja 159’emîn de berdewam kir.Welatiyên gundê  Zengena nobet dewr girtin.
 
Çalakiya nobedariyê ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin, li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a ku ji aliyê pargîdaniya bi navê IGNIS H2 Energy Generation Inc. Ku navenda wê li DYA’yê ye ve tê plankirin, li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim ya Mûşê didome.
 
Li qada nobeta ket roja 159’emîn, pankarta bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala jeotermal naxwaze; destê xwe nede av û axa min" hat daliqandin.
 
Welatiyên gundê  Zengena nobet dewr girtin.