Kongra Star: Yekîtiya me wê hewildanên fitneyê têk bibe

  • 15:14 11 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star li bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê helwesta xwe li hember hewldanên derxistina fitneyan nîşan da, her wiha da zanîn  ku hevgirtina gelan dê bibe bersiva her fitneykê.
 
Kongra Star li bajarê Kobanê li hember bûyerên li bajarê Hesekê qewmîn  daxuyaniyek da. Daxuyanî li akademiya Şehîd Şîhan, ji aliyê endama Koordenosyona kongra star ya şêranê Nadiya Hiso ve hat xwendin.
 
di daxuyaniyê de hat gotin: "Di van çend rojên dawî de li bajarê Hesekê hewildanên derxistina fitnyan tên kirin, dixwazin bi vê yekê careke din alozî û tevleheviyan li ser axa Sûriyeyê pêk bînin. "
 
Kongra Star diyar kir ku "Ev destdirêjiyên ku li ser herêmên me tên kirin armancên wan ewe ku tevleheviyan di nav pêkhateyên herêmê de derxînin. "
 
Daxuyaniyê her wiha dan zanîn hevgirtina gelan û yekîtiya wan dê bibe bersiva rast li hember her cureyên fitneyê.
 
Kongra Star bang li gelên Sûriyeyê kir ku guh nedin hewdanên fitneyê û ji bo pêkanîna aştî û aramiyê bibin yek dest.