Li Amedê komplo hat protestokirin:Divê Abdullah Ocalan azad be
- 19:37 9 Cotmeh 2026
- Rojane
AMED - Platforma Saziyên Demokratîk 28’emîn salvegera komploya navneweyî li Amdê meş pêk anî. Piştî meşê di daxuyaniya ku hat dayîn de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, bi wesîleya 28’emîn salvegera destpêka komploya navneteweyî ya 9’ê cotmeha 1998’an de bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir, bi dirûşmeya ‘Statu, aştî û azadî’ meş pêk hat. Bi hezaran kes li ber NCty AVM ya Rezan a Amedê hatin gel hev û berbi Parka Koşuyolu meşiyan.
Posterên Abdullah Ocalan hatin hildan
Di meşê de pankarta ‘li hember komployê niha dema jinê ye’ hat vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Ciwanan jî pankarta ‘bi rihê rêhevaltiya komunalîst em ê tarîtiya li ser ronahiya xwer bikin’ vekirin. Ciwanan bê navbre dirûşmeyên ‘bijî serok Apo’, ‘Bê serok jiyan nabe’ berzkirin.
‘Em di salvegera komployê de aştiyê diqîrin’
Hevseroka Federasyona Komeleya Pitşevanî û Hiqûqî ya bi Malbatên Girtiyan re ya Med (MED TUHAD-FED) Pinar Sakik Tekîn piştî meşê axivî û da zanîn ku 28 sal berê hêzên navnetewyî yên ku îrade û hebûna gelê Kurd tune hesibandin, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hedef girtine.
Pinar Sakik Tekîn wiha berdewam kir: “28 sal berê heman demê de iradeya gel û lêgerîna çareseriyê hedef hat girtin. 28 sal derbas bûye. Êşên mezin mezin hatin jiyîn. Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re dema nû destpêkirin. Em pêvajoya aştiyê diaxivin lê aştî bi gotinê nabe, bi gavên şênber û îradeya aştiyê pêkane. Aştiyeke bi rumet bê xwestin divê gavên şênber bên avêtin. Divê Birêz Ocalan azad be, girtî bên berdan û surgun bidawî bin. Em aştiyê dixwazin. Em di 28’emîn salvegera komployê de aştiyê dixwazin.”
Azadiya Ocalan dê pêvajoyê bibe serî’
Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren bal kişand azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Divê êdî di vê pêvajoyê de Birêz Ocalan azad bibe. Qanûnek derketiye rast e lê ev qesl û divê were berfirehkirin. Divê Birêz Ocalan ji bo pêşketina pêvajoyê bikaribe bi her alî ve têkilî dane û bi azad tevbigere. Dewlet 12 sal in li hember biryarên DMMEyê radisweste û azadiya Ocalan pêk naîne. Li Tirkiye, Kurdistan û derveyî welat hêzên ku dixwazin zîhniyeta komployê bimeşînin hene û divê dewlet li hember vê zîhniyetê demek beriya demekî gav biavêje. Destpêka vê gavê jî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Em careke din komployê şermezar dikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.







