Di çalakiyan de daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
- 18:12 9 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi meş û çalakiyan Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat xwestin.
Bi boneya 28'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê meş hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.
Dêrsim
Platforma Saziyên Demokratîk a Dêrsimê bi boneya salvegera komploya 9'ê Cotmehê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Hevseroka DEM Partiyê ya bajêr Ozcan Ateş li pişt pankarta 'Ji komployê re na, ji Birêz Ocalan re azadî' axivî û got ku ev komplo ji bo derbekê li îradeya azadiyê ya gelê Kurd û hêviya wan a ji bo çareseriya demokratîk bixe pêk hatiye. Ozcan Ateş diyar kir ku pêngava yekem a pergaleke demokratîk misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan e û got: "Divê hebûn û nasnameya gelê Kurd bi destûra bingehîn bê garantîkirin. Divê çareseriya demokratîk û qanûnî ya pirsgirêka Kurd bê parastin. Divê astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bên rakirin."
Xarpêt
Li Xarpêtê çalakî ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk li Garaja Xozatê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta 'Ji komployê re na, ji Ocalan re azadî' hat vekirin. Rêveberê DEM Partiyê ya Xarpetê Îskender Şîmşek daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar xwend û komplo şermezar kir.
Edene
Li ber avahiya Rêxistina Navçeya Ceyhanê ya DEM Partiyê, daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hat xwestin. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji komployê re na, ji Birêz Ocalan re azadî" hate vekirin û nivîs ji hêla Hevserokê Partiya Ceyhanê ya DEM'ê Tahîr Ozdemîr ve hate xwendin. Tahîr Ozdemîr diyar kir ku komploya 9'ê Cotmehê îradeya azadiyê ya gelê Kurd armanc digire û destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê şert û mercên azadiyê ya Abdullah Ocalan bê pêkanîn.
Sêrt
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Sêrtê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 1998’an a ku ji hêla hêzên navneteweyî ve li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû ji ber derê avahiya DEM Partiyê heta cadeya Guresê meşiyan, daxuyanî dan û komployê şermezar kirin. Di çalakiyê de rêveber û endamên her du partiyan ên navend û navçeyan, Parlamenentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredarên navend û navçeyan û gelek rêveberên saziyên sivîl ên civakî beşdar bûn. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin Jiyan Azadî, azad bike rêbertî” û “Slav slav hezar slav ji Îmraliyê re hezar slav” berz kirin. Û girseyê diwîzên “Jin kirdeya aştiyê ne”, “Pêdiviya me bi aştiyê heye, ne bi şer”, “Ne fikrên girtî, fikrên azad aştiyê mezin dike”, “Mîmarê aştiyê yê xelata nobelê Ocalan e” û “Rêya bi hezar km yî bi gavek tê destpêkirin” hatibûn nivîsandin. Her wiha pankarta “Ji komployê re na, Azadî ji bo birêz Ocalan” hat hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hela rêveberê DEM Partiyê Hasan Polat ve hate xwendin.
Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û bi çepikan bi dawî bû.
Êlih
Platforma Saziyên Demokratîk li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû li dar xistin ji Cadeya Gulistanê heta Parka Yilmaz Guneyê meşiya piştre daxuyanî dan. Di çalakiyê de gelek rêveber û endamên DEM Partiyê, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakê û gelek kes beşdar bûn. Beşdarvanan di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimre komploya 9ê Cotmehê”, “Elçiyê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Hevseroka Rêxistina DEM Pariyê ya Êlihê Semra Guneş di çalakiyê de axivî û got: “Komploya Navneteweyî ya ku beriya 28 salan li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin, polîtîkayeke li dijî têkoşîna azadiyê ya gelan û vîna jiyana hevpar a wekhev a gelên Kurd û Tirk bû.”
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk axivî û got: “Bi pêvajoya ku hatiye destpêkirin re dê modeleke nû ya Tirkiyeyê çêbibe. Em jî hewl didin aştiyeke û civakeke demokratîk ava bikin. Bi vê wesîleyê em vê komployê careke din şermezar dikin.”
Mêrdîn
Li Qoserê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê, meşeke bi beşdariya bi hezaran kesan hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, ligel bi hezaran welatiyan, li Qada Azadiyê kom bûn û bi dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo" û "Nûnerê aştiyê li Îmraliyê ye" meşiyan. Di meşê de pankart û postereke mezin a Abdullah Ocalan hatibûn hildan, dirûşmên "Na ji komployê re; azadî ji bo Birêz Ocalan" û "Li dijî komployê, niha dema jinan e" hatin berzkirin. Piştî meşa ku heta xaçerêya Rêya Nexweşxaneya Kevn meşiyan.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin bal kişand ser wê yekê ku gelê Kurd bi salan e li dijî komployê ji bo daxwaza azadiya Abdullah Ocalan derdikeve kolanan û diyar kir ku ew dengê ku xwestin bêdeng bikin, niha ji Îmraliyê belavî hemû cîhanê dibe. Berîtan Gûneş Altin tekez kir ku paradîgmaya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, bersiveke xurt e li hemberî komployê û got, "Gava herî mezin a ber bi aştiyê ve, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Azadiya Birêz Ocalan ji bo aştiya gelan pêwîstiyeke bingehîn e."
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
Riha
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê bi mebesta şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Rihayê meşeke girseyî li dar xist. Girseyê li ber AVM a Novada Parkê ya li navçeya Xelîliyeyê kom bû û bêavber dirûşmên “Di şer û aştiyê de em bi te re ne Ocalan”, “Bijî Serok Apo” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” berz kirin.
Piştî kombûnê, girseyê ber bi Navenda Kar a Ahmet Bahçivan ve dest bi meşê kir. Di meşê de posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd, pankarta “Azadî ji birêz Ocalan” û dovizên bi nivîsa “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin hilgirtin. Di seranserê meşê de dirûşmên wekî “Ciwan fedayên Rêber Apo ne”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Li çiyan negerin Apoyî li her derê ne” hatin qîrandin.
Girseya ku gihîşt ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan, li vir daxuyaniya çapemeniyê da. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê ê Rihayê Nîhat Demirbileklî ve hat xwendin.
Piştî xwendina metnê, Parlamenterê DEM Partiyê ê Rihayê Ferît Şenyaşar axivî. Ferît Şenyaşar bal kişand ser berxwedana li dijî komployê û wiha got: “Gelê Kurd li hember komploya ku 28 sal berê hatibû meşandin berxwend û têkoşîna xwe mezin kir. Ji du salan vir ve pêvajoyek tê meşandin. Muhatabê vê pêvajoyê ji aliyekî ve Birêz Ocalan e, ji aliyê din ve dewlet e. Lê belê ji aliyê dewletê ve li gorî giyana pêvajoyê gav nahêtin avêtin. Ji meclisê silav û niyetên baş têne şandin. Ev tiştên girîng in lê ne bes in. Dewlet di avêtina gavên pêwîst de dereng maye. Di vê pêvajoyê de em li pişta Rêbertiya xwe ne, Bijî Serok Apo.”
Çalakî piştî axaftinan û bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
Semsûr
Di pêşengitiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê têkildarî 9ê Cotmehê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li Qada Bajêr a Semsûrê dayuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ê civakî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin.
Metna daxuyaniyê ya Kurmancî Hevserokê DEM Partî yê Semsûrê Mehmet Bayir, metna Tirkî jî Hevseroka DBPê ya Semsûrê Sûzan Şan xwend.
Dîlok
Li Dîlokê di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de, girseya ku li pişt pankarta “Ji komployê re na, ji Birêz Ocalan re azadî” hat cem hev, li Cinderesê civiya, heta navenda Şahînbeyê meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Aştî” hatin berzkirin.
Piştî meşê, Hevserokê DEM Partiyê ya Dîlokê Fesîh Yeşîl daxuyanî xwend. Yeşîl bal kişand ser hewcedariya nizameke demokratîk û çareseriyê û diyar kir ku ji bo vê yekê divê azadiya Abdullah Ocalan bê dabînkirin, nasnameya kurd bibe xwedî garantiya destûrî û astengiyên li ber siyasetê bên rakirin.
Piştre Parlamenterê Şirnexê Zeki İrmez axivî û destnîşan kir ku armanca komployê ew e ku gelan bîne beramberî hev û pevçûna navxweyî derxe. Zekî İrmez diyar kir ku gelê Kurd li dijî polîtîkayên înkarê ji daxwaza welatiya wekhev paşde gav neavêtiye û tevî hemû astengiyan jî têkoşîna aşitî û demokrasiyê bi biryardarî berdewam dike.
Şirnex
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji bo bibîranîna salvegera 28’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek hat lidarxistin. Di meşa ku li taxa Cûdiyê dest pê kir de, beşdaran wêneyên Abdullah Ocalan hildan û pankartên bi nivîsên "Ber bi civakeke azad ve bi rêberekî azad" û "Komplo bi têkoşîna jinan tê şikandin; niha dema jinan e" nîşan dan. Di tevahiya meşê de dirûşmên wekî "Nûnerê aştiyê li Îmraliyê ye", "Bijî Rêber Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Meş, bi stranên ku ji bo Abdullah Ocalan hatibûn amadekirin, li Qada Dörtyolê bi dawî bû.
Aydin Denîz, Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), daxuyaniya hevpar a piştî meşê xwend.
Piştî wê, Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan axivî û got: “Em careke din komploya navneteweyî di salvegera xwe ya 28’an de şermezar dikin. Îro tişta herî girîng yekîtiya gelê Kurd e. Em statuya xwe li sê parçeyên Kurdistanê diparêzin. Gelê Kurd komplo têk bir û ber bi azadiyê ve dimeşe. Em niha di pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk de ne. Lê belê, ne her tişt li gorî vê pêvajoyê dimeşe; ne rewşa Abdullah Ocalan û ne jî nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd tê guhertin. Lê hûn çi bikin jî, hûn ê nikaribin helwesta gelê Kurd bişikînin.
Daxuyanî bi çepik, dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.
Hatay
Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya rêxistina navçeya Îskenderunê ya DEM Partiyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya navçeyê Fîdan Durmuş ve hat xwendin. Fîdan Durmuş bang kir ku dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were anîn û azadiya wî ya fîzîkî were misogerkirin.
Çewlîg
Li Qada Bajêr a Çewligê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Rêxistina Bajêr a DBP’ê ya Çewligê Şevket Kalindamar ve hat xwendin de, hate destnîşankirin ku komploya navneteweyî îradeya azadiyê û hêviya çareseriya demokratîk a gelê Kurd kiriye hedef; lê belê, polîtîkaya tasfiyekirinê bi saya paradîgmaya "modernîteya demokratîk" a ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê pêş xistiye û bi saya berxwedana gel hatiye têkbirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo çareseriyeke demokratîk û yasayî ya pirsgirêka Kurd, divê nasnameya Kurd di çarçoveya destûra bingehîn de were misogerkirin û astengiyên li pêşiya siyaseteke demokratîk bên rakirin.
Daxuyaniya hevpar a ku hat dayîn wiha ye:
“Komploya Navnetewî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir û ev 27 sal in bi polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêber Abdullah Ocalan didome, ketiye sala xwe ya 28'an. Ev pêvajoya ku di 9'ê Cotmehê de dest pê kiribû, di 15'ê Sibata 1999'an de bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Ocalan a li Girtîgeha Girava Îmraliyê veguherî şert û mercên giran ên tecrîdê. Her çend bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi Banga 27'ê Sibatê re dest pê kir di du salên dawî de hin hevdîtin bi Rêber Ocalan re çêbûbin jî, tecrîda li Îmraliyê bi temamî bi dawî nebûye. Em komlogeran bi tundî şermezar dikin.
Komploya 9'ê Cotmehê ya ku armanca wê astengkirina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û têkvedana vîna gelên Rojhilata Navîn a ji bo jiyana hevpar, azad û wekhev bû, bi saya têkoşîna 28 salan a gelê me û Rêber Ocalan di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de bêbandor hate hiştin.
Bi rastî jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 1'ê Cotmehê de dest pê kir, bi banga 27'ê Sibatê ya Rêber Ocalan pêş ket û bûyerên dîrokî yên pêk hatine, nîşaneya herî berbiçav a vê rastiyê ne. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, meşandina danûstandin û têkoşînê ya bi awayê herî xurt girîngiyeke jiyanî digire. Astengiya herî mezin a li pêşiya meşandina van hevdîtinan hê jî di bin tecrîdê de ragirtina Rêber Ocalan e.
Ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihîje serkeftinê, divê Grava Îmraliyê bê gitin, tecrîda li ser Rêber Ocalan bidawî bibe, bi hemû awayî azadiya wî pêk bê û di nava şert û mercên wekhev û azad de xebitîna wî, dê bibe mîsogeriya jiyana azad û wekhev a hemû gelên Rojhilata Navîn.
Em bang li rayedarên Tirkiyê û hemû aliyên têkildar dikin ku ev komplo li hemberî aştî û çareseriya demokratîk a gelan hatiye kirin. Azadiya Rêber Ocalan a bi awayekî fîzîkî teminata avakirina Komareke Demokratî û Avakirina Aştî û Civakek demokratîk e. Lewre Tenê bi vî rengî dikare aştiyek mayînde were avakirin."







