Karwanê yekem ê koçberan ji bo Serêkaniyê bi rê ket
- 10:46 10 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN Piştî 7 salan ji êş , zehmetiyên jiyanê ên dijwar, Îro, karwanê yekem ê koçberan ji bo vegerin Serêkaniyê bi rê ket. Di vê qonaxa yekem de zêdetirî 400 malbat ber bi Serêkaniyê ve çûn.
Piştî heft salan ji koçberî û jiyana di nav kampan de, îro deriyek nû ji bo malbatên Serêkaniyê tê vekirin. Ev veger wek encama berdewamkirina têkoşîn û daxwaza koçberên Serêkaniyê ji bo vegera bi rêûrêbaz, ewle û bi rûmet tê dîtin.
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve êrîşî SerêKaniyê û Girê Spî kiriin. Di encama vê êrîşê de bi sed hezaran sivîl ji mal û warên xwe hatin koçberkirin.
Ji wê rojê ve, malbatên Serê Kaniyê bi salan e li kampên koçberan dijîn. Tevî şert û mercên dijwar, kêmbûna alîkariyên mirovî, xizmetên bingehîn gel her dem li ser mafê vegera mal û warên xwe bûn û daxwaza vegera ewle û bi rûmet dikirin. Di van salan de, kampên koçberan ji bo gelek malbatan bûne cihê jiyanê, lê hêviya vegera Serê Kaniyê her tim zindî ma.







