Di kon de 4 demsal

  • 09:03 8 Tebax 2026
  • Ked/Aborî
Evîn Çîftçî
 
EDENE - Karkerên çandiniyê 4 demsalên xwe di kon de derbas dikin diyar kirin ku bi heqdestê rojane tu tiştekî nikarin bikin û gotin: “Em di kon de pirsgirêkan dijîn. Lê rojaneyên me jî têrî tu tiştekî nakin.”
 
Krîza aborî her diçe giran dibe û bê guman fatureya krîzê li jinan tê birîn, barê wan roj bi roj giran dibe. Jinên karkerên çandiniyê ku havînê dibin germê de zivistanê de sermayê de dixebitin, ligel şert û mrecên giran yên xebatê li dijî xizanî û bêwlebûnê jî têdikoşin. Jinên ku kedek mezin hem li ser erdan hem li malê didin beramberê keda xwe nagirin.
 
Karkerên jin yên demsalî ku li navçeya Karataş a Edeneyê 4 demsalî di kon de dijîn û li ser erdan dixebitin, şert û mercên giran yên xebatê ji ajansa me re vegotin.
 
‘Min çavên xwe li vî konî vekir’
 
Berîvan Gunduz da zanîn ku ew di kon de pirsgirêkên cidî dijîn û wiha anî ziman: “Min çavên xwe li van konan vekir. Ez di xaniyekî normal de nejiyame. Sibehê em 4’an de diçin kar êvarê tên. Em hem li ser erd hem jî tên di kon de dixebitin. Karê me zehmete lê tiştekî em bikin tuneye. Em neçarin. Zivistan û havîna me li ser erd derbas dibe. Ez ji vê jiyanê hez nakim lê wekê din çare tuneye. Em firingî, îsot, balcanan kom dikin. Ez karê malê dikim piştre diçim ser erd. Avên me her tim tên birîn. Ceyran biçe êdî nayê. Zarokên me jî wek me li ser erdan dixebitin. Rojaneyên me têrî tu tiştekî nake.”
 
‘Rojane têrî tiştekî nake’
 
Zubeyde Gunduz jî destnîşan kir ku bi rojaneya wan tiştek nayê û wiha bi lêv kir: “Em navbera kon û erd de diçin û tên. Jiyana me ne hêsane. Zarokên min perîşan dibin. 5 sale li vir im. Sibehê em 4’an de radibin. Ez û hevjînê xwe ji bo zarokên me bixebitin hewl didin. Em jiyana xwe wisa derbas dikin. Rojane têrî tiştekî nakin. Em rojê hezar lîra digirin. Ne av ne ceyrana me heye.”
 
‘Di betlaneyande têm vir’
 
Nazli Altun jî anî ziman ku ew ji bo bixwîne hewl dide û got: “Em bixwînin jî tiştek nabe. Salek û nîv e li vir im. Em îsotê kom dikin. Em sibehê 5’an de radibin 6’an de dest bi kar dikin. Hewa germ dibe xebat zehmet dibe. Saetên xebata me dirêjin. Ez xwendekarim. Ji ber krîzê ez zivistanê diçim dibistanê havînê jî dixabitim.”
 
40 sale li ser erdan dixebite
 
Zelîha Agdag jî anî ziman ku hewaya germ wan dide zorê û ev tişt bi lêv kir: “4 sale dixebitim. Em li vir îsotê kom dikin. Çi kar hebe ez diçim. Em 4’an de radibin. Em diçin ser erd. Ji ber heval hene ser erd xweşe. 4 sale vî karî dikim. Ji min re ne zehmet e.”