‘Polîtîkayên Talîbanê mafên jinan înkar dike’
- 22:08 1 Tebax 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efganî di daxuyaniyekê de diyar kir ku polîtîkayên Talîbanê yên li dijî jin û keçan bûne sedema binpêkirineke mezin a mafên wan û bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin daxwazên azadî û wekheviyê yên jinên Efganî
Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efganî, daxuyaniyek da û ragihand ku di nava pênc salên borî de ji ber polîtîkayênTalîbanê herî zêde jin û keçên Efganî bandor bûne. Li gorî daxuyaniya torê, ev polîtîka bi înkarkirina gihîştina jinan ji mafê perwerde, kar û beşdariya siyasî, her wiha dûrxistina wan a sîstematîk ji jiyana giştî ve hatine.
Polîtîkayên sîstematîk înkara mafên jinan dikin
Daxuyaniyê tekez kir ku tepeserkirin û bêdengkirina dengê jinan û jinên azadîxwaz dê xwesteka gelê Efganî ji bo azadî, edalet, wekhevî û serweriya hiqûqê ranawestîne.
Têkoşîna aşitiyane û banga yekîtiyê ji bo jinên efganî
Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên efganî bang li jinan, çalakvanên civaka sivîl û jinên azadîxwaz kir ku bibin yek û têkoşîna xwe ya aştiyane bidomînin da ku wekheviya di maf û rûmeta mirovan de û beşdariya tevahî ya jinan di warên siyasî û civakî de bi dest bixin.
Tora Jinên Efganî tekez kir ku dengê jinên Efganî heya ku mafên jinan neyên bidestxistin û pergalek azad, dadperwer û li ser bingeha mafên mirovan neyê damezrandin, dê neyê bêdengkirin.
Banga piştgiriya lezgîn ji bo neteweyên yekbûyî û rêxistinên navneteweyî
Di beşek din a daxuyaniyê de, torê bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û hikûmetan kir ku bêtir bala xwe bidin rewşa mafên jinan li Efganistanê. Berpirsiyara xwe bigirin û piştgirî bidin daxwazên jinên Efganî.
Talîbanê di 15’ê Tebaxa 2021’an de ji nû ve serweriya Efganistanê bi dest xist, ku ev yek bi hilweşîna hikûmeta komarî re hevdem bû. Ji wê demê ve, tevgerê sînorkirinên berfireh li ser jin û keçan ferz kiriye, ji qedexekirina perwerdehiya keçan ji pola şeşan û xwendina zanîngehê bigire heya sînorkirinên li ser kar, rêwîtî, hebûna giştî û beşdariya siyasî.
Ev polîtîka ji hêla Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî ve bi berfirehî hatine rexnekirin. Pisporên NY pêkanînên Talîbanê yên li dijî jin û keçan wekî mînakek pirtûkek dersê ya cudakariya sîstemîk û “cudakirina zayendî” bi nav kirine.







