Mujde Gungor li Kopê hat definkirin
- 15:04 4 Hezîran 2026
- Rojane
MÛŞ - Mujde Gungor a ku ji aliyê mêrê pê re hatibû zewicandin Zafer Gungor ve hat qetilkirin li gundê Sêmerşêx ê Kopê hat definkirin.
Duh li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê Zafer Gungor jina pê re hatibû zewicandin Mujde Gungor bi alavê jêkirinê qetil kiribû. Piştî qetilkirinê kiryar hat binçavkirin û cenazeyê Mujde Gungor ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK).
Cenazeyê Mujdeyê îro li cihê lê ji dayik bibû li gundê Sêmerşêx ê Kopa Muşê hat definkirin. Gelek jin û malbata Mujde Gungor tevli merasîma cenazeyê wê bûn.







