Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

  • 21:35 11 Gulan 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê li dar xist. Di civînê de li ser mijarên xurtkirina gerînendetiyên polîtîkayên jinan, mezinkirina piştevaniya jinan û konferansê pêşniyar hatin kirin.
 
Xebatên Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji bo konferansên bajarî yên bi armanca xurtkirina xeta siyasî û civakî tên lidarxistin, bê navber dewam dikin.
 
Lijneya Rêveberiyên Herêmî bi dirûşma “Em bi Vîna Jinan Komunan, Bi Rêveberiyên Xwecihî Civaka Azad Ava Dikin bi mazûvantiya Şaredariya Kerboranê li Navenda Jiyan û Piştevaniyê ya Jinan a Jiyanê ya li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê li dar xist. Di civînê de pankarta “Jin jiyan e Jiyan Xwebirevebirine” hate daliqandin. Hevşaredar, endamên meclîse û xebatkarên Şaredariyên DEM Partiyê yên Şirnex û Mêrdînê ên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan beşdarî civînê bûn.
 
Di civîna ku bi beşdariyek berfireh hat lidarxistin de derbarê polîtîkayên jinan de nirxandinên girîng hatin kirin. Her wisa di civînê de li ser mijarên xurtkirina gerînendetiyên polîtîkayên jinan, mezinkirina piştevaniya jinan û konferansê pêşniyar hatin kirin.
 
Rêveberiyên Herêmî ên Demokratîk dê di 6-7ê Hezîranê de Konferansa Jinan û di 8-9ê Hezîranê jî Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Giştî li Amedê li dar bixe.