Li Mexmûrê pîrozbahiya 1’ê Gulanê
- 22:39 1 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kedkaran ya Cîhanê Komîteya Şaredariya Mexmûrê û Saziya Karkeran bi şahiyekê 1’ê Gulanê pîroz kirin.
Komîteya Şaredariya Mexmûrê û Saziya Karkeran bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê şahiyek lidar xistin. Di çalakiya ku li biniya çiyayê Qereçoxê hat kirin de, Endam û Rêveberên sazî û rêxistina sivîl û gelek şêniyên wargehê tevlî bûn.
Di çalakiyê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bilind kirin û pankartên “Bi Têkoşîn û Rêxistina Kedkaran wê Rêber Apo Azad Bibe” û “Bi Berpirsiyariya Civaka Demokratîk Ber bi Yekîtiya Kedkaran” hatin vekirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Yek Gulan” hatin berz kirin. Piştî deqeyek rêzgirtin, metnê daxuyaniyê ji aliyê Encûmena Şaredariya Wargeha Mexmûrê Amara Bulut ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser pergala sermayedar ku bi hezar sale xwe li ser keda kedkara dide jiyîn û hate diyar kirin ku her diçe rewşa kedkaran xerabtir dibe.Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku çîneke biçûk bi pergala kapîtalîzmê serweriya xwe li tevahiya cîhanê ava kiriye û bi xebitandina civakê ya 24 saetan, civak xistiye mîna koleyan.
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:“Tê zanîn hîna li her deverê cihanê gelek kedkar bi pirsgirêk û bê mafiyên cûr be cûr re rû bi rû dimînin. Hîna ji ewlehiya kar xwe bigre heta mafên wan yê li beramberî patron û kêmbûna mûçeyan wergirtinê de gelek zehmetiya dikşînin. Bi milyonan mirov bê karin ango bê sîgorta dixebitin. Dîsa bi milyonan kedkar, li kargehan bê ewlehî û di şertên ne tendurust de dixebitin. Rexmê van şertên giran jî, ji bo debara mala xwe bi milyonan mirov van şertan ji neçarî qebûl dikin. Dîsa ji aliyê pergalê ve rêxistinbûna sendîkayan astengî hene. Di dîroka mirovahiyê de qatilê kastîk li ser keda mirovan di oxira berjewendiyê desthilata xwe de heya bi avakirina zîguratan çûye û di roja me ya îro de jî heman hişmendî li ser kare.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li hemberî hemû avahiyên desthilatdariyê di çarçoveya banga “Aşîtî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo de, em kedê bi rêxistin bikin da ku mafên hemû kedkaran were parastin û ev jî bi azadiya fizîkî ya kedkarê herî mezin ya Rêber Apo pêkane.Bêguman ev roj bi vîn, berxwedan û têkoşîna bi milyonan kedkara hatiye qezenc kirin. Heya ev kiryarên sermayedariya kapîtalîzmê bi dawî nebin emê têkoşîna xwe bidomînin û em ê bi rêxistinî qadên jiyanê tije bikin.”
Di şahiyê de bi stranên Hunermend Serdar Birîndar govend hat gerandin. Herî dawî Qada Kedê û Şaredarî yek ji lîstikên gelerî yên Kurdî kêlanê lîstin û çalakî bi dawî bû.








