Ji bo dosyaya Rojîn Kabaîş ekîbek hat avakirin

  • 12:53 29 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku di derbarê doza Rojin Kabaiş de tîmek hatiye avakirin.
 
Wezîrê Dadê Akin Gurlek beriya civîna koma meclîsê ya AKP'ê pirsên rojnamevanan bersivand. Akin Gurlek têkildarî Rojîn Kabaîş wiha got:"Di doza Rojin Kabaiş de, eger em bikaribin daneyên telefona desta deşîfre bikin, em ê pêşketinek girîng bi dest bixin û em hêvî dikin ku pêşketinên erênî hebin. Me tîmek nû ava kiriye, em li ser dixebitin û em piştgiriya teknîkî peyda dikin."