Abdullah Ocalan: Kongreya yekitiyê peywireke lezgîn e

  • 10:36 26 Nîsan 2026
  • Rojane
AMED - Abdullah Ocalan ji koneransa “Kurdên Bakur yekitiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” re peyam şand û got: “Yekitiya demokratîk, pêwîstiyeke dîrokî ye. Civandina kongreya neteweyî ya demokratîk a berfireh, ji bo aqilê hevpar û îradeya hevpar derkeve holê, peywireke lezgîn e.” 
 
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, li Amedê konferansa “Kurdên Bakur yekitiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” li dar dixe. Konferans, li Eywana Konferansan a Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin. Di konferansê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin. 
 
Peyama Abdullah Ocalan ji Sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Hîlmî Aydogdu ve hte xwendin. Peyam wiha ye: 
 
“Beşdarên hêja; 
 
Domandina hebûna xwe ya gelekî, yekser girêdayî hêza veguherînê ya li gorî rastiyên serdemê ye. Tu avadaniyeke civakî ya ku nekarî xwe biguherîne, veguherîne û dînamîkên xwe yên navxweyî li ser zemîneke demokratîk ji nû ve ava bike, nikarie mayinde bibe. 
 
Gelê Kurd, ji ber polîtîkayên înkar, tunekirin û zextê yên salên dirêj in didomin, ji derfetên bicihanîna vê veguherînê ya di rêgeheke xwezayî de bêpar hatiye hiştin. Meseleya esasî ya niha li pêşiya me disekine ev e; dê civaka Kurd çawa bigihîje asta civakeke hemdem. 
 
Kurd; bi dîrok, ziman, çand û teşeya civakî rastiyek e. Dema di qadên siyaset, aborî, tenduristî û çandî de karî îradeya xwe raber kir, wê demê dikare vê rastiya xwe bidomîne. Ev jî, tenê bi sazîbûneke xurt a siyasî û civakî pêkan e. Civakeke demokratîk, pêwîstiya xwe bi avakirineke zanetî heye. Ev avakirin ne bi tundiyê ne jî bi zextê dikare çêbibe. Bi rêxistiniyeke civakî ya piralî ya li ser bingeha siyaseta demokratîk û hiqûqê pêkan e. Bingeha vê pêvajoyê jî, ji nû ve nirxandina civakîbûn, aborî, çand, ziman û dîrokê ya li gorî van esasên demokratîk e. Demokrasî, tenê dikare li cihekî zor û zextî lê tune ye, bijî. 
 
Lewre jî Kurd, mecbûr in ku avadaniya xwe ya nû ne tenê li dijî derve, di heman demê de di têkiliyên navxweyî de jî van rêgezên demokratîk esas bigirin. Hewceye em di têkiliyên bi netewe-dewletan de çareseriya demokratîk û muzakereyê biparêzin, di têkiliyên navxweyî de jî ne tundiyê, siyaseta demokratîk û hiqûqê esas bigirin. Rêya yekitiya demokratîk, ji muzakereya demokratîk derbas dibe. 
 
Yek ji pirsgirêka bingehîn a gelê Kurd, pirsgirêka yekitiyê ye. Lewma yekitiya demokratîk, mecbûriyeteke dîrokî ye. Ji bo aqil û îradeya hevpar derkeve holê, civandina kongreya yekitiya demokratîk a berfireh peywireke lezgîn e. Kurd, li welatên lê dijîn bi rêya muzakereya demokratîk li çareseriyê digerin û divê di pirsgirêkên navxweyî de jî heman rêbazê bi kar bînin. 
 
Lêbelê pergala têkiliyên teng ên eşîrtî, qebîletî û nêzikatiyên teng ên civakê parçe dikin, li pêşiya vê pêvajoyê weke astengiyeke pir mezin disekine. Vê zîhniyetê tevna civakî qels kiriye û rê li ber texrîbatên mezin vekiriye. Heta ku em bi vê rastiyê hevrû nebin, avakirina yekitiyeke demokratîk jî pêkan nîne. Avakirina atmosfereke civakî ya ku pevçûnên navxweyî li pey xwe hiştî û xwe dispêre rêzgirtina li hemberî hev a aliyan pêkan e. Rêya vê jî ew e ku di her qadên jiyanê de rêgezên demokratîk eass werin girtin. Di serî de avadaniyên siyasî, ji bo ev feraset gav bi gav di nava civakê de belav bibe, peywira herî girîng a serdema pêşiya me ye. 
 
Serdema pêşiya me, ji hêla gelê Kurd ve serdema jinûve avakirinê ye. Bingeha vê avakirinê jî dê yekitiya demokratîk, siyaseta demokratîk û muzakereya demokratîk be. Her gava li ser vê bingehê tê avêtin, dê pêşeroja me ya hevpar ava bike. 
 
Ez we tevan bi hezkirin û rêza xwe ya bêdawî silav dikim 
 
Abdullah Ocalan 
 
Îmrali”