Meclîsa Jinan a Şaredariya Erxenî civîna xwe li dar xist
- 16:07 2 Nîsan 2026
- Rojane
AMED – Meclîsa Jinan a Şaredariya Erxenî piştî du mehan civîna xwe ya yekem li dar xist. Jinan bal kişandin ser kampanyaya "Gotinên me bi dawî nebûn, em ê bi hev re şîdetê rawestînin" û tekez kirin ku pêdivî bi zêdekirina hewldanan a di vî warî de heye.
Meclîsa Jinan a Şaredariya Erxenî ya Amedê piştî du mehan civîna xwe ya yekem li dar xist. Hevşaredar Birsen Azak Bayar beşdarî civînê bû. Di civînê de serdema borî hate nirxandin û li ser projeyên pêşerojê hate nîqaşkirin. Xebata meclîsê, ku armanc dike perspektîfên jinan di gelek waran de ji perwerdehiyê bigire heya çandê, werzîşê bigire heya ekolojiyê, aboriyê bigire heya têkoşîna li dijî şîdetê xurt bike, hate nirxandin.
Di çarçoveya çalakiyên ku armanc dikin beşdariya jinan di mekanîzmayên biryardanê yên di nav şaredariyê de misoger bikin de mijarên girîng hatin nîqaşkirin. Birsen Bayar girîngiya kampanyaya "Gotinên me bi dawî nebûn, em ê bi hev re şîdetê rawestînin" destnîşan kir û tekez kir ku pêdivî bi zêdekirina hewldanan a di vî warî de heye.







