‘Azadiya jinan jî ya civakê jî girêdayê azadiya Abdullah Ocalan e’
- 09:04 31 Adar 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Jin der barê şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û diyar kirin ku hem azadiya jinan hem jî ya civakê girêdayê azadiya Abdullah Ocalan e.
Pêvajoya “Aştî û civaka demorkatîk” ev salek e didome û di vê pêvajoyê de geşedanên girîng li Rojhilata Navîn û cîhanê hatin jiyîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya aştî û civaka demokratîk da destpêkirin û di vê pêvajoyê de Tevgera Azadiya Kurd gavên girîng avêtin. Ji destpêka pêvajoyê heta niha gelê Kurd daxwazên xwe anîn ziman. Di serî de jî azadiya Abdullah Ocalan tê xwestin. Jinan di her derfetê de ev daxwaz anîn ziman û li dora felsefeya “jin jiyan azadî” ya Abdullah Ocalan bûn xelek û azadiya wî azadiya xwe dîtin.
Jin der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.
‘Em dixwazin bi ziman û nasnameya xwe bijîn’
Rêvebera Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Kesên li Derguşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Kumrî Babat da zanîn ku di têkoşîna azadiya Kurd de keçeke xwe winda kiriye û bal kişand ser pêvajoya aştî, civaka demokratik û got: “Ev salek e pêvajoya aştiyê didome. Peyamên ji Abdullah Ocalan tên li navçe, tax, gundan bi gel re tên parvekirin. Li Hezekê jî me 300 civînên gel pêk anîn. Tevî pêvajoyê hîna gavek nehatiye avêtin. Di vê pêvajoyê de PKK’ê gav avêt. Divê êdî xwîn nerêje. Bila kes nemire, bila komkujî neyên jiyîn. Em dixwazin dewlet gavê bavêje. Em dixwazin bi nasname û zimanê xwe bijîn. Wekê din daxwaza me tune ye.”
‘Abdullah Ocalan azad nebe jin jî civak jî azad nabe’
Kumrî Babat diyar kir ku divê di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtî bên berdan û wiha dawî lê anî: “Heta serokê me azad nebe, nasnameya me neyê nasîn wateya pêvajoyê jî tune ye. Em dixwazin serokê me bê berdan. Azadiya me girêdayê azadiya serokê me ye. Serokê me em bi nasnameya me dan nasîn. Hebûna me wî nîşan da. Serokê me mifteya azadiyê ye.”
‘Em azadiya serokê xwe dixwazin’
Rêvebera MEBYA-DER’ê Ayşe Hezer diyar kir ku di têkoşîna azadiya Kur de du zarokên xwe û du birayên xwe winda kiriye û wiha pê deçû: “Azadiya Abdullah Ocalan ji bo dayikan gelek girîng e. Abdullah Ocalan dibêje jiyan bi jinan tê avakirin û dibêje jin ji têkoşînê re pêşengiyê dikin. Em azadiya serokê xwe dixwazin. Lê hîna Tirkiyeyê gav navtiye. Divê peyamên Abdullah Ocalan li ber çavan bigirin. Em ne şer aştiyê dixwazin.”







