‘Manîfestoya Civaka Demorkatîk’ bi Fransî hate çapkirin
- 20:08 26 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berga 4’emîn a Pirûka “Manîfestoya Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan bi weregera Fransî hate çapkirin.
Berga 4’emîn a Pirûka “Manîfestoya Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi wergera Fransî hate çapkirin. Çapa Fransî ya berhmeê ji aliyê Éditions du Croquant ve hate weşandin.
Abdullah Ocalan, di vê pirtûkê de bingehên dîrokî yên krîzên piralî yên li Rojhilata Navîn bi awayekî hurgilî analîz dike, li hemberî modernîteya kapîtalîst rexne û li ser bingeha perspektîfa civaka demokratîk çarçoveyeke çareseriya alternatîf tê pêşkêş dike. Herwiha Abdullah Ocalan di vê bergê de nexasim li ser bersiva pirsên “divê mirov çawa bijî, çi bike û ji kû derê dest pê bike” hûr dibe.
.Bi weşandina çapa Fransî re, tê payîn ku berhem di nava derdora rewşenbîrî û akademîk ên Ewropayê de zemîneke berfirehtir a nîqaşê bibîne. Ev geşedan, ji bo belavbûna parêznameyên Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de wekî gaveke girîng tê nirxandin."







