Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Wanê dest pê kir
- 12:17 22 Adar 2026
- Rojane
WAN - Cejna Newrozê ya Wanê, bi dirûşma "Newroza Azadî û Demokrasiyê", bi beşdarbûna bi sed hezaran kesan dest pê kir.
Pîrozbahiya Cejna Newrozê, ku li binê Keleha Wanê tê lidarxistin, bi dirûşma "Newroza Azadî û Demokrasiyê" dest pê kir. Bi sed hezaran kes, bi cilên kurdî, beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di nav beşdaran de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî, rêxistinên karker û pîşeyî, malbatên kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, ji Sekreteriya Îmraliyê, Veysi Aktaş, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û bi sed hezaran kesên din hebûn.
Beşdarbûna zêde ya ciwan û zarokan balkêş e û cilên kurdî yên rengîn zindîbûnek zêde li qadê zêde dike. Qada pîrozbahiya Cejna Newrozê bi alên kesk û sor û zer û binefşî yên bi nivîsa "Newroz Pîroz Be" hatiye xemilandin.
Ji saetên serê sibê ve, hejmareke mezin ji mirovan ber bi qadê ve çûn û girseyê bi gerandain govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir.
Hûrgiliyên din dê piştre werin eşkerekirin...







