Telefona Rojîn Kabaîşê dê bişînin Çînê
- 10:50 21 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê de dê telefona wê ji Çînê re were şandin.
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş, di 27’ê Îlona 2024’an de winda bû û cenazeyê wê 18 roj piştre di 15’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin. Di demeke lêpirsîn didome de, çendek dem berê telefona Rojîn Kabaîşê ji bo şikandina şîfreya wê ji Spanyayê re hatibû şandin. Di rapora ji Spanyayê hatiye şandin de hate gotin ku nekarîne şîfreyê vekin. Li ser vê yekê biryar hate dayin ku telefon ji Çînê re were şandin.
Bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş got ku dê telefona keça wê ji Çînê re bê şandin. Nîzamettîn Kabaîş, got ku dema nivîsên di navbera Serdozgeriya Komarê ya Wanê û Wezareta Dadê de temam bûn, dê telefon ji bo vekirina şîfreya wê ji Çînê re bê şandin. Nîzamettîn Kabaîş, got ku vekirina şîfreya telefonê dibe ku lêpirsînê bi temamî biguherîne.









