Qada Newrozê bi posterên Abdullah Ocalan hat xemilandin
- 10:41 21 Adar 2026
- Rojane
AMED - Qada pîrozbahiya Newrozê ya Amedê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin.
Pîrozbahiya Newrozê ya Amedê dê li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” bê lidarxistin.
Tê payin ku bi sedhezaran kes tev li pîrozbahiyê bibin. Li gelek qadên pîrozbahiyê posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.









