Li Erzînganê pîrozbahiya Newrozê

  • 15:23 20 Adar 2026
  • Rojane
 
ERZÎNGAN - Wekîla DEM Partiyê Ayten Korduyê di pîrozbahiya Newrozê ya Erzînganê de axivî û got: “Agirê Newrozê; agirê demokrasî û azadiyê ye. Dê gel aştiyê bînin vî welatî.” 
 
Li Erzînganê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Pîrozbahî, li rex avahiyên TOKÎ’yê yên bajarokê Ulularê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Li qada Newrozê pankarta “Li welat demokrasî, li herêmê aştî” hate daliqandin. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
  
Endamê MYK’a EMEP’ê Orhan Kurul di pîrozbahiyê de got ku pirsgirêka Kurd ji 1’ê Cotmeha 2024’an heta niha bi awayekî cuda tê nîqaşkirin û gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtî bi bîr xist. Kurul, diyar kir ku tekane gava dewletê avêtî amadekirina rapora Komîsyona Meclisê ye û wiha got: “Lê di wê de jî pirsgirêka Kurd tenê di çarçoveya pirsgirêka ‘terorê’ de hatiye destnîşankirin. Em hêj di serî de bibêjin; pirsgirêka kurd pirsgirêkeke sedsalî ye ku divê li ser bingeha mafên wekhev were çareserkirin. Ji bo vê jî ji bilî mezinkirina têkoşînê tu çareseriyeke me nîne. Li dijî kesên hewl didin bendewariyekê ji me re çêbikin, mîna serkeftinên di qadên Newrozê de em ê têkoşînê mezin bikin û li ser pêya bin.” 
  
Wekîlê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî cejna welatiyan pîroz kir û îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Firat, got: “Deynê biharê yê hemû gel û baweriyên li vî welatî dijîn ji bo vê xakê heye. Bihar ne ne tenê di xwezayê de, di dilê mirovan de ye. Heke di dilê me de kîn hebe, bihar nayê. Divê gelên me li dijî zilmê bi destên hev bigirin. Çawa ku hesinê di agir de tê helandin nerm dibe, zilm jî bi piştevaniyê dihele. Silav ji Kawayê Hesinkar re ku li dijî zilmê serî rakir. Em tevek jî mecbûr in bibin parçeyeke vê berxwedanê. Heke daxwaza me hezkirineke li vê xakê be, em mecbûr in piştgiriyê bidin pêvajoyê.” 
 
Wekîla DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Korduyê jî anî ziman ku Newroz ji bo wan tê wateya roja berxwedanê ya li dijî zilmê û wiha domand: “Ev rastî hem di heqîqeta me de, hem jî di dîroka berxwedan û têkoşîna me de heye. Em di serdemeke dîrokî de ne ku divê bi têkoşîneke civakî bi hev re aştiyê bînin vî welatî. 
 
Li Tirkiyeyê, pêşxistina têkoşîna li dijî aqilê înkarger û zilmê hêsan nîne. Li israra me ev e; ev xak aştiyê heq dikin. Di demeke em aştî û civaka demokratîk ava dikin de îktîdara siyasî û zîhniyeta dewletê, mecbûr e bi zilma xwe hevrû bibe. Lewma jî agirê Newrozê agirê demokrasî û azadiyê ye. Dê gelên me aştiyê bînin vî welatî. Heke îro li vî welatî hemû gel û baweriyên tên înkarkirin û tunehesibandin bi hev re têbikoşin, ev destkeftî, encama têkoşîna wan a hevpar e. Em bi xêra bi hezaran egîdên canê xwe ji dest dane gihiştine van rojan. Wan silav dikim, silav ji wan re.” 
 
Piştî axaftinan, ciwanan agirê Newrozê vêxist. Beşdaran, li dora agirê Newrozê govend gerand û piştre jî li ber stranên hunermend Hasan Alî Sezer govend gerand.