Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê

  • 11:11 8 Adar 2026
  • Rojane
AMED - MKG'ê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê diyar kir ku têkoşîna jinan ji bo parastina rastiyê di heman demê de hêzek bingehîn a têkoşîna ji bo çapemeniya azad e û got:"Berpirsiyariya me ya hevpar e ku em bibin dengê rojnamevanên girtî û meşa wan a ji bo rastiyê mezin bikin."
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. MKG'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku têkoşîna ji bo avakirina jiyaneke azad, wekhev û demokratîk bi hev re dê berdewam bike.
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê yek ji sembolên herî xurt ên têkoşîna azadî, wekhevî û edaletê ye û jin vê yekê bi sedsalan e dimeşînin. Di vê rojê de jin dengê xwe yê hevpar, berxwedana xwe ya hevpar û hêviya xwe ya hevpar li dijî îstîsmar, tundûtûjî, zayendperestî, înkar û tunehesibandinê bilind dikin.
 
Rojnameger ji bo rastiyê ji perspektîfa jinê ve binivîsin, ji bo li dijî feraseta medyayê ya ku ji hêla mêran ve serdest e û rastiyê vedişêre, derkevin, têkoşîna xwe dewam dikin. Ew hewl didin ku yên nayên dîtin bidin xuyakirin û dengê kesên, tê xwestin bêdeng bên hiştin, bilind bikin. Pênûsên jinan tenê hilberîneke pîşeyî temsîl nakin, lê di heman demê de cîhekî ji bo bîranîn, şahidî û têkoşînê jî temsîl dikin.
 
Wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em hemû rojnamegerên jin û rojnamegerên girtî yên ku tevî zext, sansur, gef, polîtîkayên binçavkirin û girtinê û her cure şîdeta mêr-dewletê karê xwe yê rojnamegeriyê didomînin, silav dikin. Têkoşîna jinan ji bo parastina rastiyê di heman demê de hêzek bingehîn a têkoşîna ji bo çapemeniya azad e.
 
Îro, em careke din tekez dikin ku têkoşîna rojnamegerên jin ku tê xwestin pênûsên wan bên bêdengkirin, yên ku ji ber nivîsandina rastiyê têne cezakirin û girtin, beşek yekgirtî ya têkoşîna azadiya hemû jinan e. Berpirsiyariya me ya hevpar e ku em bibin dengê rojnamevanên girtî û meşa wan a ji bo rastiyê mezin bikin.
 
Jin, jiyan, azadî !
 
Bi vê boneyê, em 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li hemû jinên ku bi ked, berxwedan û hevgirtina xwe jiyanê dewlemend dikin pîroz dikin. Têkoşîna ji bo avakirina jiyaneke azad, wekhev û demokratîk bi hev re dê berdewam bike.
 
Jin, jiyan, azadî ! "