Li Qersê mirina bi guman a zarokekî
- 20:49 29 Nîsan 2026
- Rojane
QERS – Li navçeya Zarûşad a Qersê zarokê bi navê Kurdret Ahmedî li Çemê Qersê bi guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin.
Li gundê Akçêqelê ya navçeya Zarûşad a Qersê duh di saetên sibehê de zarokê bi navê Kudret Ahmedî yê 15 salî ji bo çêrandina sewalan derket û carek din agahî jê nehat girtin. Kudret Ahmedî di Çemê Qersê de bi guman jiyana xwe ji dest daye hat dîtin. Malbat awî ku agahî jê negirt serlêdan kirin. Piştî serlêdanê ekîvên AFAD û UMKE’yê sewqê herêmê hatin kirin.
Di encama lêgerînê de cenazeya Kurdret Ahmedî di Çemê Qersê de hat dîtin Cenaze ji bo otopsiyê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Arpaçay.
Der berê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.







