'YPJ misogeriya parastina deskeftiyên şoreşê ye'
- 09:05 6 Adar 2026
- Rojane
Jiyan Gencan
QAMIŞLO - Yek ji fermandarên YPJ'ê Vîyan Adar dîyar kir ku dibe rêbazê têkoşîna wan bê guhertin lê ew ê di nava wê pergala ku niha li Sûriyeyê tê avakirin de wekî YPJ'e hebin û parastina civak, nasname û hebûna xwe bikin.
8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li gelek welatan wek roja têkoşîn û berxwedana jinan tê pêşwazîkirin û li her derê jin dadikevin qadan, ji bo mafên xwe bi hev re piştevaniyê dikin û ji bo azdiyê dengê xwe bilind dikin. Li rojavyê Kurdistanê jî bi minasebeta 8'ê Adarê, li ser destkeftiyên vê rojê Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê ku 14 sal in bi têkoşîna xwe ya leşkeri û civakî bûne sembola azadî û xweparastina jinan di nava liv û tevgerê de ne.
Yek ji fermandariya Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Vîyan Adar li ser wateya 8'ê Adarê û rêwitiya 14 salan ya berxwedana YPJ'ê ji ajansa me re axivî.
'Jin mîsogeriya parastina civakê ne'
Fermandara YPJ'ê Vîyan Adar di destpêka axaftina xwe de wate û girîngiya parastina cewherî nirxand û wiha anî ziman: " Parastina cewherî ne tenê di wateya leşkerî de ye, parastina cewherî di heman demê tê wateya ku di destpêkê de nasname û çanda xwe biparêzî. Ji bo hebûn û nasnameyê car caran rêbaza leşkerî jî tê bikaranîn. Niha wekî YPJ'ê ji bo ku em hebûna xwe biparêzin wekî hêzeke leşkerî me xwe bi rêxistin kiriye, em parastina hebûna xwe û gelê xwe dikin. Jin di hemû qadan de hêzeke esasî ya parastinê ne. Jin mîsogeriya parastina civakê ne. Jin bi hişmendiya xwe ya azad hem civakê diparêzin û hem jî ava dikin. Hêmanana esasî ya hebûna civakê jin in."
Em ê heta dawî felsefeya jin jiyan azadî biparêzin'
Vîyan Adar anî ziman ku felsefeya "Jin jiyan azadî" mîmarê wê Rêber Apo ye û wiha got: " felsefeya 'Jin jiyan azadî' ji aliyê Rêber Apo ve hat nasîn û belav kirin di hemû cîhanê de xwedî lê hat derketin Jin li hemû deverê cîhanê ji wê felsefeye bawer dikin ku li qadan dengê xwe bilind dikin. Wekî YPJ'ê em heta dawî ji felsefeya 'Jin jiyan azadî bawerin'. Bi wê felsefeyê li dijî hemû taritiyên deshilatdar me têkoşîn dan û em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Felsefeya jin jiyan ji bo me esas e û wê her wisa bimîne."
'YPJ hebûna civakê ye'
Vîyan Adar anî ziman ku YPJ hebûna civakê ye û wiha dewam kir: " Yekîneyên Parastina Jinan YPJ ne wekî alternatîfekê derketiye holê, YPJ bi xwe hebûna civakê ye.. Em tiştekî tûne nakin û li şuna wê YPJ'ê danaynin, zîhnîyet û pergala heyî em wekî YPJ'ê diguherin. Em têkoşîna guhertina pergalê dikin. Em wekî YPJ li hemberî zihniyeta zîlam a ku serweriyê ferz dike, bi deshilatdariya xwe jinan tûne dihesibîne re şer dikin û têkoşînê didin meşandin. YPJ bi hebûna xwe dixwaze jiyanek nû ku hemû jin tê de xwe îfade bikin ava bike. Em li dijî yek reng û zîhniyetê ne, em têkoşîna pir rengiyê didin meşandin."
'YPJ'ê deskeftiyên şoreşê parastin'
Viyan Adar diyar kir ku hebûna YPJ'ê misogeriya parastina deskeftiyên şoreşê ye û wiha anî ziman: " YPJ'ê di nava 14 salên şoreşê de têkoşîna mafê jinan da meşandin. YPJ destkeftiyên şoreşê parastin û heta niha diparêze. Dibe ku rêbazê têkoşîna me bê guhertin lê em ê di nava wê pergala ku niha li Sûriyeyê tê avakirin em ê wekî YPJ'ê hebin û parastina civak, nasname û hebûna xwe bikin. Em wekî jin mîsogerîya parastina civakê ne. Divê hemû jin ji hêza YPJ'ê bawer bin û li pişt wê bin."
YPJ'ê nerîn û zîhniyeta civakê guhert'
Vîyan Adar anî ziman ku YPJ'ê di nava civakê de di zihniyetê de guhertinên mezin dan avakirin û ew yek anî ziman: " Di nava civaka feodal ku jin bi tu awayî mafê wê nedihat naskirin, ne xwedî biryara jiyana xwe bû bi hêz û têkoşîna 14 salan ya YPJ'ê ev zihniyet hat guhertin. Di nava civaka me de mêr derdikevin û dirûşmê 'Jin Jiyan Azadî' diqîrîn ku ew nîşaneya guhertinê ye, encama têkoşîna 14 salan e. Di nava qadên şer de jî jin çand û ehlaqê şer parast û bû pêşengê şoreşê. YPJ'ê di hemû qadan da şerê guhertin û veguhertina zîhniyeta hezaran salan ya deshilatdar kir. YPJ hebûna xwe wisa da diyarkirin ku dikare civakê biguherîne û bû cihê bawerî û hêzê."
'YPJ'e mirasa dîroka jinên berxwedêr e'
Vîyan Adar anî ziman ku YPJ mirasa jînên tekoşer diparêze û wiha anî ziman: " Di dîrokê de jinan têkoşîna mafê xwe dan meşandin, em wekî YPJ'ê ji dîrokê qut nînin. YPJ mirasa dîroka jinên berxwedêr e. Ji Rosa Luxemburg bigre heta jinên kurd ku di serhildanan de şer kirine em berdewamiya wan in. Em bûn rexîstina jiyanek azad ku em xwe bi şewaza xweser rexîstin bikin. Di dîrokê de jin têkoşînek mezin dan meşandin wekî Rosa Luxemburg û Leyla Qasim bila bizanin ku em wê tekoşîna wan mezin dikin, belav dikin û berdewam dikin. Em xwe ji dîrokê qut nagrin dest teqez em ê xwedî li wê dîrok û têkoşîne derkevin."
'Em berxwedana Jinên rojhilat slav dikin'
Vîyan adar ji bo jinên Rojhilatê kurdistanê jî peyama berxwedan û xwe rêxistinkirine da û got: " Bi rihê Jîna Amînî divê jin rêxistinbûyîna xwe xurt bikin. Divê li hemberî hemû deshilatdariyan parastina xwe ya cewherî ava bikin û bibin deng û rengê hemû cîhanê. Serhiladana "Jin jiyan azadî" bi kuştina jina kurd Jîna Amînî dest pê kir îro belavî hemû cîhanê bû. Divê xwedî derketina wê serhildanê berdewam bike û em wekî YPJ'ê em ê xwedî li wê felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' derkevin. Em hemû jinên rojhilatê Kurdîstan slav dikin "
'Di 8'ê Adarê de dê jin dakevin qadan'
Vîyan Adar anî ziman ku divê di 8'ê Adarê de hemû jin li hemberî şer talan û kuştina jinan dakevin qadan û wiha dawî li axaftinê xwe anî: " Êrîşek pir mezin li ser me taybet jinan hat kirin. Divê li hemû cîhanê jin di 8'ê adarê de dakevin qadan û bi yek dengî daxwaza mafên xwe bikin. Dê jin li qadan daxwaza pergala demokratîk bikin. Divê rexistinbuna jinan ya enternasyonal bê çêkirin. Felsefeya jin jiyan azadî çareseriya hemû pisgirêka ye. Em ê vê 8'ê Adarê bikin 8'ê adara jinên azad."







