Aktîvîsta KHRN’ê Fatma Kerîmî: Em bi saya PJAK’ê bi hêz in
- 09:04 6 Adar 2026
- Rojane
Oznûr Deger
WAN - Aktîvîsta KHRN’ê Fatma Kerîmî êrîşên DYA û Israîlê yên li ser Îranê nirxand û got: “Berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê destpêkiriye ji 2022’yan heta niha didome. Gelek saziyên Kurd û tevgerên Kurd hedef hatin girtin. Li Îranê yên ku Tevgera Azadiya Kurd û PJAK’ê nas nakin tuneye. Em bi saya wan xurtin.”
Êrîşên DYA û Israîlê yên li hember Îranê ji 28’ê Sibatê de ye didome. Li gorî agahiyên ku Ajansa Nûçeya a Aktîvîstên Mafê Mirovan (HRANA) dane, di 5 rojan de 181 zarok bi giştî hezar û 97 sivîl hatine qetilkirin û 115 zarok û 5 hezar 402 sivîl birîndar bûne.
Aktîvîsta Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (Kurdistan Human Rights Network-KHRN) Fatma Kerîmî, geşedanên tên jiyîn ji ajansa me re nirxand.
Fatma Kerîmî da zanîn ku gelê Kurd û Îranê 47 sale ji aliyê Komara îslamî ya Îranê ve rastî plîtîkayên şer yên taybet hatine û wiha vegot: “36 sale diwazin gelan talan bikin û tune bikin. Komara Îslamî ji roja hat serê dewletê xwe wek pêşenê îslamê pênase kir û zilm li gel kir. Ji sala 1970’ê heta niha dewleta îslamî dest danî ser hemû gaz û petrola Rojhilat.Kurd, Beluc, Ereb û Îranî perîşan kir. Dest danî ser aboriya wan. Ew tenê berjewendiyên xwe difikirin. Gelan jî wisa tune dikin.”
‘Dewletên Îslamî jî Îranê wek xetere dibîne’
Fatma Kerîmî di berdewamiyê de anî ziman ku ji ber dirûşmeyên berz dikin hedef tên girtin û wiha pê de çû: “Ji ber îşkence û zextên komara îslamî bêdengî û tirs afirî. Em bi îşkenceyan hatin çewisandin. Tu dewlet li hember dewleta îslamî nesekinî lê Amerîka û Israîl ji bo berjewendiyên xwe xwestin dewleta îslamî tune bikin. Piştî vî şerî mirina Humeynî ji bo parêzvanên îslamî zehmet bû. Ne tenê ısraîl 14 welatên îslamî jî Îranê wek xetere dibînin.”
‘Gelên Îranê bi rojane di şertên zehmet de ne’
Fatma Kerîmî daxuyakirin ku gelê Îranê bi rojane di şertên zehmet de ne û êrîşên Israîl û Amerîkayê bi rojane bê navber didomin. Fatma Kerîmî wiha domand: “Ji bo dewleta îslamî tune bikin bombebaran dikin. Dengê êrîşan ji gundan tê hîskirin. Hemû Înterneta Îranê hatiye birÎn. Têkiliya me bi cîhanê re qût bûye. Telefon nakşînin. Em agahiyê ji cihekî nagirin. Em tenê ji ser Starlînk têkiliyê dikarin deynin. Li gelek herêmên Rojhilat, li Kirmanşah, Mahabadê bombebaran hene. Gel di alî aborî de zehmetiyan dikşînin. Em nizanin çi li bendê me ye.”
‘Li Îranê her kes tevgera azadiya Kurd nas dike’
Fatma Kerîmî wiha dawî lê anî: “Berxwedana ‘jin jiyan azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê destpêkiriye ji 2022’yan heta niha didome. Gelek saziyên Kurd û tevgerên Kurd hedef hatin girtin. Li Îranê yên ku Tevgera Azadiya Kurd û PJAK’ê nas nakin tuneye. Em bi saya wan xurt in.”








