Jin di ‘sifreya rojê’ hatin cem hev

  • 21:20 4 Adar 2026
  • Rojane
RIHA - Li Serêkaniyê di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê de jin di ‘sifreya rojê’ de hatin cem hev.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di ‘sifreya rojê’ de hatin cem hev. Bername li ber Mala Denbêjan a Parka Ciwanan hatin gel hev. Aktîvîstên TJA’yê, hevşaredara Serêkaniyê Dîlan Ablay Saldanli û gelek jin tevli bûn.
 
Aktîvîsta TJA’yê Başak Saridal axaftinek kir û diyar ki rku divê jin ji bo destkeftiyên xwe têkoşînê mezin bikin û ji bo tevlibûna mîtînga 8’ê Adarê ya li Pirsûsê bang li jinan kir.
 
Piştî axaftinan Dengbêj Hediye Kalkan derket ser dîkê.
 
Bername bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.