'Li Wanê bikaranîna tiryakê 20 hezarî derbas kiriye'

  • 09:05 4 Adar 2026
  • Rojane
Aycan Metîn
 
WAN - Hevberdevka Platforma Şiyar Be Ruken Kiliç da zanîn ku bikaranîna tiryakê 20 hezarî derbas kiriye û wiha got: “Tiryakbûn ne sûc e û ne jî nexweşî ye. Encama pirsgirêkên civakî û pergalê ye.”
 
Li bajarê Kurdistanê bikaranîna tiryakê roj bi roj zêde dibe û bikaranîna tiryakê zextê li ser ciwan û jinên ciwan dike û wek polîtîkaya şerê taybet tê nirandin. Li Wanê tiryakbûn bandorek mezin li ser civakê dike. Hevberdevka Platforma Şiyar Be ku di 6’ê Kanûna 2025’an de li Wanê hat avakirin, Ruken Kiliç der barê mijarê de axivî.
 
Ruken Kiliç daxuyakirin bikaranîna tiryakê bi awayekî cidî zêde bûye û gel ji vê rewşê neraziye. Ruken Kiliç ev tişt anî ziman: “Li ser vê me xwe 'Wijdana bajar’ dît û me bi vê armancê platform ava kir. Me komeke ji 10 kesî pêk tê ku rêxistinên civaka sivîl jî têde ava kir. Em çûn serdana hemû STK û partiyên siyasî yên bajar, me rewş vegot. Me platform ava kir. Piştre serlêdan zêde bûn. Malbatan serî li me dan û gotin ew li dijî tiryakê têdikoşin. Em ne wek navendeke dermankirinê, bi armana afirandina hiştiyê hatin gel hev.”
 
Rêjeya bikaranînê 20 hezar derbas kiriye
 
Ruken Kiliç di berdwamiyê de wiha bi lêv kir: “Li Wanê tevî ku hejmarek zelal tuneye, li gorî daneyên gihiştine me rêjeya bikaranîna tiryakê 20 hezar derbas kiriye. Mixabin bikaranîna tiryakê bandor li ser hemû aliyan dike, pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî, ekolojiyê bixwe re tîne. Em dermankirinê nikarin bi tena serê xwe bikin, em tenê dikarin hişmendiyê biafirînin û di vê mijarê de hişyar bikin. Em dikarin di vê mijarê de burokrasî, mekanîzmayên dewletê, emniyet, dibistan û qeymeqamtiyan bidin zorê.”
 
‘Bandora li ser jinan’
 
Ruken Kiliç wiha dirêjî dayê: “Polîtîkayên şerê taybet ne tenê tiryakê, gelek encaman diafirîne. Tiryak bandorek mezin li ser jin û zarokan dike. Polîtîka şerê taybet bandorek mezin li ser jin û zarokandike. Jin bi gelek tundiyan re tên rû hev. Tiryak tundiya nav malê zêde dike. Rê li ber qetilkirina jinan vedike. Armanca desthilatdariyê eve ku civakeke ji nasnameya polîtîk, ekolojiyê û hişmendiya jinê dûr biafirîne. Ji ber vê jî civakê bi tiryakê ditevizîne. Desthilatdarî ji bo xwe rewa bike me ditevizîne.”
 
Alava nû ya şerê taybet
 
Ruken Kiliç daxuyakirin ku di bikaranîna tiryakê de polîtîkayên perwerde û çapemeniyê mezine û got: “Mufredata heyî di mijara têkoşîna li dijî tiryakê de têr nake. He rwiha di rêzefîlmên televîzyonan de tundî, fîgurên mafya û baronên tiryakê derxin pêş û teşwîq dikin. Ev rewş jî bi taybet bandor li ser ciwanên xizan dike û ciwanan teşwîq dikin.  Di vir de divê malbat hişyar bin. Malbat civaka ewil e. Divê bizanbin zarokên wan li der ve çi dikin. Bi çi re mijûl dibin. Tiryakûne ne sûc e ne jî nexweşiye. Pirsgirêka pergal û civakiye. 
 
Pirsgirêk tenê ji aliyê rêxistinên civakî ve nayê çareserkirin. Divê rêveberiyên herêmî û desthilatdarî berpirsyariyê bigire. Ji bo çareseriyê divê îstîhdam bê zêdekirin. Divê ji bo ciwanan qadên civakî, hunerî û pîşeyî bên avakirin. Divê mekanîzmayên jiyanê ku mirov xwe ewle hîs dikin bên avakirin. Divê kapasîteyên AMATEM, ÇEMATEM bên zêdekirin.”