DFG'ê rapora xwe ya meha Sibatê aşkere kir
- 11:30 3 Adar 2026
- Rojane
AMED - DFG'ê di rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeran de diyar kir ku di meha Sibatê de 11 rojnameger hatine binçavkirin 5 rojnameger hatine girtin û destnîşan kir ku azadiya çapemeniyê garantiya bingehîn a civaka demokratîk e.
Komelaya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha Sibatê ya li ser binpêkirina mafan a li dijî rojnamegeran ragihand. Li gorî daneyên rapora DFG'ê di meha sibatê de 11 rojnameger hatine binçavkirin 5 rojnameger hatine girtin, ji 9 rojnamegeran re bi tevahî 6 sal û 7 meh û 6 roj cezayê girtîgehê û 45 hezar lîre cezayê pereyan hat birîn û xwegihandina 31 nûçeyan û 272 naverokên medyayê hatine astengkirin.
DFG'ê diyar kir ku daneyên di rapora wan de cih digirin careke din nîşan didin ku mafê jiyanê, ewlehî û azadiya ramanê ya rojnamegeran li Tirkiyeyê di bin xetereyeke cidî de ye û wiha got: “Ji ber xebatên wan ên rojnamegeriyê êrişa fizîkî li hevkarên me tê kirin, tên binçavkirin, girtin û bi tundiya darazê re rû bi rû dimînin. Êrîşa li ser Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) ya di meha Sibatê de xeleka dawî ya vê zincîra zextê bû. Deriyê ajansê hate şikandin û alavên nûçeyan hatin desteserkirin. Ji pênc rojnamegerên ku di encama serdegirtinê de hatin binçavkirin çar hatin girtin. Rojnamevan Alîcan Ûlûdag jî ji ber nûçeyên ku çêkirin û parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hat girtin.
DFG'ê bal kişand ku di roja dawî ya Sibatê de, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ajansa Nûçeyan a ANKA'yê Kenan Şener di nav de sê rojnameger ji ber ku liv û tevgera li Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê kirin nûçe, hatin binçavkirin.
DFG'ê da zanîn ku bi girtina pênc rojnamegeran re di meha Sibatê de, hejmara rojnamegerên girtî derket 30'î û wiha domand: “Rojnamegerên di girtîgehê de jî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Rojnameger Alî Bariş Kûrt ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1an a Maltepeyê ya Stenbolê tê ragirtin tevî ku diviyabû di Mijdara 2025'an de bihata berdan, bi biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê hê jî bi awayekî neqanûnî tê girtin.”
DFG'ê destnîşan kir ku sansûra ku di meha Çileyê de gihişt lûtkeyê, di meha Sibatê de berdewam kir û agahî dan ku hesabên medyaya dîjîtal ên Ajansa Mezopotamyayê û JINNewsê ku di meha Çileyê de çar caran hatibûn astengkirin, di meha Sibatê de jî carekê hatin astengkirin
DFG'ê di berdewama rapora xwe de daneyên binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran û saziyên çapemeniyê wiha parve kir:
“Binpêkirinên Mafê Jiyan û Ewlehiyê
Di van demên dawî de:
* Êrişî 6 rojnamegeran hate kirin,
* 11 rojnameger hatin binçavkirin,
* 5 rojnameger hatin girtin,
* Bi ser malên 6 rojnamegeran de girtin,
* Mûameleya xerab li 3 rojnamegeran kirin
* Gef li rojnamegerekê xwarin,
* Şopandina nûçeyan a 3 rojnamegeran hate astengkirin,
* Li girtîgehan 2 binpêkirinên cuda yên rojnamegeran hatin tespîtkirin.
Ev pêkanînên li dijî rojnamegeran nîşan didin ku çalakiyên wan ên pîşeyî rasterast tên krîmînalîzekirin.
Zextên li ser azadiya îfadeyê
* Derbarê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin.
* Derbarê 5 rojnamegeran de doz hat vekirin.
* Ji 9 rojnamegeran re bi tevahî 6 sal û 7 meh û 6 roj cezayê girtîgehê û 45 hezar lîre cezayê pereyan hat birîn.
* Di 30 dosyayan de darizandina 45 rojnamegeran didome.
* Ji 4ê Adara 2026'an ve, 30 rojnameger di girtîgehê de ne.
Pêvajoyên darazê di meha Sibatê de jî berdewam kirin ku li ser rojnamegeran bibe amûreke sîstematîk a zextê.
Sansûr û astengiyên li dijî saziyên medyayê
* Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) ji bo 2 weşanên cuda cezayê pereyan birî.
* Biryara qedexekirina 10 weşanan hate pêkanîn.
* Xwegihandina 31 nûçeyan hate astengkirin.
* Xwegihandina 272 naverokên medyayê hate astengkirin.
Ev tablo ne tenê rojnamegeran, di heman demê de mafê gel ê wergirtina nûçeyan jî armanc dike.”
DFG'ê destnîşan kir ku binçavkirin, girtin, zext û pêkanînên sansurê yên li dijî rojnamegeran nayê qebûlkirin û diyar kir ku azadiya çapemeniyê garantiya bingehîn a civaka demokratîk e.
DFG'ê di dawiya rapora xwe de ev bang kir: “Em bang li rayedaran dikin ku dawî li binpêkirinên li dijî rojnamegeran bînin û raya giştî ya neteweyî û navneteweyî li Tirkiyeyê li hemberî binpêkirina mafan a di warê azadiya çapemeniyê de hesas bin. Xebatên rojnamegeriyê nikarin bên darizandin. Rojnamegerî ne sûc e.”







