Azadiya Welat bi manşeta ‘Êdî kurd bûne yek’ derket
- 09:49 2 Sibat 2026
- Rojane
AMED - Rojnameya Azadiya Welat, bi manşeta “Êdî kurd bûne yek” derket û bal kişand ser çalakiyên kurdan ên ku li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê belav bûne.
Rojnameya Azadiya Welat, di hejmara 4'emîn de bal kişand ser çalakiyên kurdan ên ku li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê li dijî êrîşên li ser Rojava tên lidarxistin û yekîtiya kurdan. Bi piranî nivîskarên rojnameyê wate û girîngiya çalakiyên kurdan ên ku bi ruhê yekîtiya neteweyî tên lidarxistin, derxistin pêş û destnişan kirin ku kurd êdî êrîşên li diijî ziman, çand, nasname û destkeftiyên xwe qebûl nakin. Dîsa rojnameyê bi hevpeyvîna ku bi Dr. Kamûran Berwarî re kiriye jî cih da girîngiya Yekitiya Neteweya Kurd.
Vê hefteyê nivîskarên rojnameyê Medenî Ferho, Şadiye Manap, Sabir Ebdulahîzad, Felemez Ulug, Prof. Dr. Abdulîllah Polat, Rifat Ronî, Zinar Ronî, Adar Gulan, Elîxan Loran, Arslan Ozdemîr, Xeyrî Welat, Lîzşêr Amed, Fatma Taşli Tunç, Alî Guler û Daxistan Payçû bi nivîs û analîzên xwe yên li ser pêvajoyê derketin pêşberî xwînerên xwe.







