Ji 39 partî û hêzên siyasî piştgiriya ji bo lihevkirinê
- 23:07 31 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Partî û hêzên siyasî yên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku lihevkirina QSD û hikûmeta demkî gaveke dîrokî û destpêkirina rastiya rêya siyasî ya berfireh a ber bi avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng ve ye.
39 partî û hêzên siyasî yên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî lihevkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de partî û hêzên siyasî piştgiriya xwe ji bo vê lihevkirinê nîşan da û got gaveke dîrokî ya krîtîk a ber bi dawîkirina şerê navxweyî ve ye.Partiyan da zanîn ku ev lihevkirin bi tevahî bendên xwe ve çarçoveyek pratîkî û realîst a bidawîkirina pareçbûn û pêşxistina hevkariya niştîmanî ava dike.
Di daxuyaniyê de xwînrijandina Sûriyeyiyan, êriş li dijî herêmê hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Ev lihevkirina destpêka rastiya rêveçûna siyasî ya berfireh a ber bi avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng ve ye ku mafên tevahî gelê Sûriyeyê li ser bingeha edalet û azadiyê misoger dike.Çareserkirina pirsgirêka Kurd weke beşek ji pirsgirkên Sûriyeyê, doza têkoşîna siyasî û hiqûqî ya rewa ye, divê di destûra daîm a Sûriyeya nû de werin bicihanîn.”
Di dewama daxuyaniyê de bang li tevahî Sûriyeyiyên li derve û hundir hat kirin ku piştgiriyê bidin vê rêveçûna dîrokî û di avakirina Sûriyeya nû de alîkar bin.







