Jin li Sêrtê tevli kampanyaya honandina keziyan bûn
- 13:45 29 Çile 2026
- Rojane
SÊRT - TJA li Sêrtê tevli kampanyaya honandina keziyan bû û wiha got: “Keziyên me berxwedan e, rojava rûmeta me ye.”
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Jinên Sêrtî tev li kampanyaya honandina keziyan bûn. Jin pankarta “Keziyên me berxwedan e û Rojava rûmeta me ye” li avahiyê DEM Partî û DBP'ê daliqandin û kezîyên honandin.
Jinan piştî honandina keziyan çalakiya xwe bi berzkirina diruşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” û “Rojava rûmet e rûmeta me ye” bi dawî kirin.







