Şêniyên Pasûrê li dij êrişan meşiyan

  • 13:58 29 Çile 2026
  • Rojane
 
AMED – Li Pasûrê li dijî êrîşên li Rojavayê Kurdistanê, daxwaza rawestandina tavilê ya êrîşan hat kirin.
 
Platforma Saziyên Demokratîk li Kolana Cengiz Topel a navçeya Pasûrê a Amedê li dijî êrîşên li Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek da. Pankarta bi nivîsa "Rojava wijdan, têkoşîn, azadî ye, nayê teslîmkirin" hat vekirin. 
 
Rêveberê navçeyê yê DEM Partiyê Asim Ozgen, êrîş şermezar kir. Asım Ozgen, diyar kir ku gelê Kurd pêvajoyek hebûn an nebûnê dijî û got ku îro, zîhniyeta DAIŞ'ê li Rojava tê piştgirîkirin da ku îradeya gel were tunekirin.
 
Di dawiyê de, Asim Ozgen bal kişand ser pêwîstiya yekbûna Kurdan li dora nirxên demokratîk û got, "Ger em vê berxwedanê bilind bikin, ger em wê rêxistin bikin, ger em ruhê yekîtiyê xurt bikin, kulîlkên azadiyê dê li Rojhilata Navîn û erdnîgariya ku em lê dijîn vebin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.